Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 12»The Hall Kurdî 12 Derket
Hejmar 12

The Hall Kurdî 12 Derket

AdminBy Admin12/12/2022Updated:02/05/2026Şîrove tune ye2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

The Hall Kurdî 1 salî ye!!!

Hejmara 12an ya e-Kovara The Hall Kurdîyê weşiya. Bi vê hejmarê me saleke xwe temam kir. Li me û li kovargeriya Kurdî pîroz be.

Me ji bo Kovara xwe ya digital vê mehê şoreşa jinan a li îranê wek mijara sereke bijart û di bergê kovarê de cî da jineke şoreşger, pêşmergeya berê û aktivîstî mafên jinan Diana Nammî. Diana Nammi di şoreşa ku Şah hatibû daxistin de roleke çalak û girîng lîstîbû. Piştî şoreşê jî koçî londonê kiribû. Nammî têkoşîna xwe ya ji bo jinan li Keyaniya Yekbûyî jî didomîne û Organîzasyona Mafên JInên Kurd û Îranî -IKWRO- damezrandiye. Di hevpeyvîna me ya bi Diana re hûnê derbarê jiyana wê, xebatên IKWROyê û serhildana jinan ya li Îranê de agahiyên berfireh bibînin.

Nivîskar Necat Zivingî ji bo vê hejmarê li ser “Tirknasî”yê gotareke gelek girîng û ji bo kurdan asoveker hazir kiriye. Binêrin ka di çand û gotinên me û welatên din de çawa behsa tirkan tên kirin.

Di beşa sînemayê de em vê mehê derhênerê gewre Charlie Chaplin bibîr tînin. Sînemazan Rûmet Med li ser vê lehengê serdema sînemaya bêdeng nivîseke gelek xweş amade kir.

Mamoste Konê Reş derheqê sînemaya Amûdê de gotarek ji bo vê hejmarê hazir kir. “Bajarê Amûdê, Şewata Sînemayê, Mihemedê Seîd Axa û Mirina Ûsivkê Çelebî”. Di vê gotarê de hûnê dîroka Amûdê bixwînin.

Hevpeyvîna bi Simîr Rûdan re, Helbesta Çayan Okuducî, analîza pirtûka Golda Meir ya bi navê “Jiyana Min”, nivîsa Zimanzan Abdullah Încekan “Li Pey Çend Mekanên Rilke”, gotara li ser “hûnera lihevdanê” û FOTOŞÎROVE babetên din yên vê hejmarê ne.

The Hall Kurdî bi hejmareke têr û tije û zêdetirê 50 rûpelî sala 2022an temam kir.

Hûn dikarin hemû gotarên me li malpera me bixwînin û PDFên hejmara 12an û hemû hejmarên berê daxînin.

www.thehallkurdi.com

2022 Danasin Derket Hejmar 12 Kanûn Kanûn 2022 Nûçe
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Admin

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.