Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 3»The Hall Kurdî 3 Derket
Hejmar 3

The Hall Kurdî 3 Derket

AdminBy Admin01/03/2022Updated:02/05/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

The Hall Kurdî-Adar Derket!

Xwînerên hêja û delal,

Em bi kêfxweşî û bi kelecanî radigihînin ku hejmara sisêyan ya The Hall Kurdiyê ji bo xwendinê amade ye.

Di vê hejmarê de Sêva Mêxekrêj berga me dixemilîne. Lewra meha çûyî di roja valentîne de li Londonê cara yekem çalakiya Sêva Mêxekrêj hate lidarxistin. Di çalakiyê de ev çanda qedîm û delal hate nasandin. Piraniya beşdaran cara yekem sêva mêxekrêj çêkirin.

Dîsa me bi hunermend Seywan Saedian re derbarê Sêva Mêxekrêj de hevpeyvînek çêkir. Mamoste Seywan bi berfirehî qala vê çanda qedîm kir. Hûn ê di vê hevpeyvînê de bibînin ka ew çawa hay ji Sêva Mêxekrêj bûye. Ji bo nasandina vê çandê wî çi proje amade kirine? Çend ji wan çûne serî, çend ji wan nîvco mane?

Bêguman rojeva cîhanê niha şerê Ûkrayna û Rûsyayê ye. Êrîşa Rûsyayê niha ji bo hemû cihanê û mirovahiyê metirsî ye. Rojnameger û nivîskar Salih Kevirbirî ji bo The Hall Kurdîyê Şerê Ûkrayna û Rûsyayê nivîsî. Salih Kevirbirî di gotara xwe de bi berfirehî behsa rûdanên piştî hilweşîna Yekitiya Sovyetan dike û sedemên şerî yek bi yek bi zelalî radixe ber çavan.

Mijareke din a kovara meha Adarê Newroz e. Nivîskar Necat Zivingî ji bo vê hejmarê gotareke bi navê “Newroz û Sersala Dil” nivîsî. Mamoste Zivingî dê we bibe demên xweş û geş, behsa Newrozên berê bike. Ew demên ku xelk di Newrozê de li deşt û zozanên Kurdistanê diçûne ger û seyranê. Binêrin ka keç û xortên Kurd di Newrozê de çi dikin û wê rojê çawa pîroz dikin.

Di hejmara 3an de em berdewam behsa Projeya “Trees Against Poverty” dikin ku armanc dike li Sûriyê û Iraqê dar biçîne û bi vî awayî xwezayeke hêşîn ava bike û herwisa alîkariya penaberan bike. Damezrînerê projeyê Daleel Hagy û Dîrektor Ali Osman behsa polîtîkaya bêdarhîştina Bakurê Rojhilata Sûriyê dikin û dibêjin di encama wê de jîngeha heywanên kovî tune bûye.

The Hall Kurdî di meha Sibatê de bi berga NFTê belav bibû. Wek berdewamiya vê mijarê, me di kovara Adarê de behsa METAVERSEyê kir. Di gotara “Mirovahî Gerdûna Xwe Diafirîne: Metaverse” de bi zimanekî zelal ji van pirsan re bersiv tên dayîn: Metaverse çi ye, bi kêrî çi tê?

Kovara me bi wergereke helbestvan Zana Zengenî diqede. Pêşnûmaya Aştiyê, helbesta Qeyser Emînpûrê Lorî ye û Zana di sala 2016an de ji Farisî wergerandiye Kurmancî.

Rûdana ku kelecana me zêde dike jî ev e. Weke mizgîniyekê ez dixwazim bêjim ku malpera me thehallkurdi.com temam bû. Edî wek PDF hemû hejmarên kovara me, nivîs û hevpeyvînên me di malpera me de jî bêne belavkirin.  Di demeke nêz de ji xeynî nivîs û wêneyan em ê nûçeyên bi vîdeoyê jî li malpera xwe bar bikin.

Û platformên ku The Hall Kurdî lê têne belavkirin: 

  • Malpera me: http://thehallkurdi.com/
  • https://issuu.com/thehallnews/docs/the_hall_kurdi_3_adar
  • https://epirtuk.com/pirtuk-xwendin/309-thehall-3

Hesabên me yên medyaya civakî jî wiha ne:

  • Instagram/@thehallkurdi
  • Facebook/The Hall Kurdî
  • Twitter/ @KurdiHall

Erol Başak- Damezrîner û Edîtor

  • thehallkurdi@gmail.com
  • Whatsapp +44 7915 413436

 

 

 

 

 

 

Danasin Derket Hejmar 3 Nûçe
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Admin

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.