Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Nûçe»The Hall Kurdî 9 Derket
Nûçe

The Hall Kurdî 9 Derket

AdminBy Admin07/09/2022Updated:02/05/2026Şîrove tune ye2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Hejmara 9em ya kovara The Hall Kurdiyê ku li Londonê tê amadekirin derket. Di berga kovara Îlonê de postera “13. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê” heye.

Di kovarê de me cî da 13. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê. LKFF piştî pandemiyê cara yekeme vedigere ekranên sînemayê. Di navbera 23-30yê Îlonê de seranserê hefteyekê dê sînemahezên Kurd bi fîlmên bijartî dê li Londonê dawî li hesreta sînemaya kurdî bînin. Me bi dîrektorê Festîvalê birêz Ferhan Stêrk re hevpeyvînek çê kir. Hûnê hemû hûrguliyên festîvalê di hevpeyvîna me de bibînin.

Mijareke din ya vê hejmarê derhênerê Kurd ê nemir Yilmaz Gûney e. Bi boneya salvegera koça wî Rojnamevan Sîmon Slêmanî ji Parîsê li ser “Hişmendiya Kurdistanî ya Yilmaz Gûney” nivîsî.

Li Londonê keçeke Kurd a ciwan û serkeftî bi navê “Kurdi Couture” marqeyek ava kiriye û cil û aksesûarên kurdî çêdike. Prosha Ahmad cilê Kurdî li biyaniyan dike. Agahiyên zêde derheqê vî karê pîroz de di hevpeyvîna me de ye.

Meha Îlonê salvegera bidawîbûna operasyona Enfalê ye. Lê hestiyên bi sed hezaran Kurdên Başûrî hêj nehatine dîtin. Rojnamevan Ercan Dag operasyona Enfalê bi sernavê “Bi Sûreya Quranê Kurd Qetlkirin” nivîsî.

Nivîskar û Lêkolîner Necat Zivîngî di vê hejmarê de balê dikşîne ser xirabiyên mirovan, nexasim li ser medyaya civakî. Ka binêrin çi tespîtên birêz Zivingî hene û “Tekçûna Nomosê / Namûsê” çawa çêbûye.

Em vê hejmarê nivîskarekî Kurdistanî bibîrtînin. Qedrî Can: Nivîskarê Keserkûr yê Li Sûrgûnê. Biraziyê wî Serdar Ciwan ji bo kovara The Hall Kurdiyê nivîsî.

Ez dixwazim wek mizginiyekê ragihînim ku ji vê hejmarê pê ve nivîskara hêja û qedirbilind Salome Cizrawî dê li ser felsefe û hûnerê ji bo The Hall Kurdiyê binivîse. Nivîsa wê ya yekem li ser hûnermend Diego Rivera ye.

Nivîsa dawî jî derheqê ravekirina fîlmê “Bêder” yê Arîn Înan Aslan de ye. Antropolog Welat Ramînazad bi şîroveyeke gelek xweş muhteşemiya fîlmê Bêder radixe ber çavan.

Vê mehê çend gotarên me li gorî konsepta The Hall Kurdiyê hinek dirêjin. Me ji bo kovarê ew hinek kurtkirin. Lê tevahiya gotaran hûnê bikarin li ser malpera me www.thehallkurdi.com bixwînin.

Danasin Derket Hejmar 9 Îlon 2022 Nûçe
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Admin

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.