Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 1»The Hall Kurdî 1 Derket
Hejmar 1

The Hall Kurdî 1 Derket

revebirBy revebir01/01/2022Updated:09/04/2022Şîrove tune ye2 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Weke mizgîniya sala nû di 2022an de kovareke nû ya bi Kurdî derket. The Hall Kurdî, li Londona paytextê Îngilîstanê tê amadekirin. Kovar ji aliyê rojnameger Erol Başak û Dr. Osman Kömürcü ve hate damezrandin. Edîtoriya kovarê dîsa Erol Başak dike.

The Hall Kurdî Kovareke aktuel ya çandî ye. Weke kovareke dîjîtal mehê carekê dê bê belavkirin. Tê de ji nûçeyan bigrin, heya rûdanên li cîhanê, hevpeyvîn, gotar, tendirûstî, jin, wêje, sînema hwd. gelek mijar wê hebin. Xwînerên kovara Kurdî wê di kovarê de ji serkeftin û hal û rewşa Kurdên li Britanyayê û yên li her çar parçeyê Kurdistanê haydar bibin.

Kovar di warê xwe de yekemîn kovara bi Kurdî ye li Britanyayê.

Wek malbata The Hall Kurdiyê, em dixwazin li Britanya û nexasim li Londonê bibin deng û awazê kurdan. Lewra London bajarekî qedîm e û li cîhanê paytext û navendeke sereke ye. Her wiha bi hezaran Kurd lê dijîn.

Çima The Hall?

Em kovareke 3 zimanî ne. Bi navê The Hall kovara me bi Îngilîzî û Tirkî ev 2 sal in dîweşe. Niha jî bi naverokeke cuda û serbixwe The Hall Kurdî heye.

Hall, bi Kurdî eywan e. Ji salonên mezin û fireh ku çalakiyên wekî konsert, semînêr lê tê dayîn re jî hall tê gotin. Bi her du awayî jî Hall cihê ku mirov ji bo armancekê li hev dicivin e. Di çanda kurdî de jî li gundan eywan cihê bênvedanê ye. Her wisa civat li eywanan kom dibe. Kovara me jî dê bibe wek eywanekê ku her kes bikare ji xwe re tê de cihekî bibîne û ji her aliyê cihanê geşedanan, serpêhatiyan, nûçeyan ku Kurdan eleqedar dikin berhev bike û bigihîne xwînerên Kurdî.

The Hall Kurdî li ser du platforman belav dibe. Ji wan yek issuu.com ya din jî epirtuk.com e. Xwînerên me dikarin ji wan lînkan rahêjin kovara me û bê pere bixwînin.

https://epirtuk.com/260-thehall

Hesabên me yên medyaya civakî jî wiha ne:

  • Instagram/@thehallkurdi
  • Facebook/The Hall Kurdî
  • Twitter/ @KurdiHall

Kovara me bê alî û serbixwe ye. Em dixwazin bila ji her fikrê, ji her perçeyê Kurd werin li vir binivîsin, fikrên xwe bêjin. Di eywana me de ji her kesî re cî heye.

  • Erol Başak- Damezrîner û Edîtor
  • thehallkurdi@gmail.com
  • +44 7593 745260
Derket Hejmar 1
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
revebir
  • Website

Rêvebirê The Hall Kurdîyê

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.