Hejmara 3an a Kovarê bi bergê meha Remezanê weşîya.
Di vê hejmarê de ji xeynê meha remezanê, ji psîkolojiyê bigrin heya mûzîk û sînemayê, ji mitolojiyê bigrin heya huner û wêjeyê bi tevahê 11 nivîs cîh digrin.
Naveroka kovara vê mehê wiha ye:
Dilazad Art:Di Çanda Kurdî Meha Remezanê
Konê Reş: 36 Saliya Oxirkirina Mihemed Şêxo û Rola Wî di Stran Û Muzîka Kurdî de
Ozan Serhedî: Analîzek Li Ser Kilama Ez Gune Me (Dosto) ya Şakiro
Salomé Cizrawî Çîroka Mîtolojîk a Tîma Stêrikan a Hirça Mezin û Hirça Piçûk
Siya Jandar: Panoramaya Dem
Mihyedîn Nahrîn: Di Fêrbûna Xweda, Ol û Baweriyê de Rola Sînemayê
Brahîm Alûcî: Şîn Û Trawmaya Kurd Û Kurdistanê Û Çareseriya Rasteqîn
Hogir Ar: Gotina Dawîn Ya Dayîka Min
Faîk Ocal: Kewên Birçî ya Îsmaîl Dîndar
Mîran Ehmed: Hilma Te Ji Qirika Min Tê
Dilazad Art: Fotoşirove
The Raising of Kurds Adar 2025, bi naverokeke tije li ber destê we ye. Jê nemînin. Bixwînin û parve bikin û bidin xwendin.


