The Raising of Kurds Nîsan 2025 weşîya.
Hejmara 4an a kovarê bi berga Festîvala Fşlmên Kurdî ya Londonê derket.
Piştî navbereke bi qasî 2 sal û nîv li Londonê dîsa festîvala fîlmên kurdî tê li dar xistin. LKFF di 25ê Nîsanê de bi bernameyeke taybet a galayê dest pê dike. Fîlma derhêner Hîşam Zaman a binavê A Happy Day di galaya vekirina festîvalê de were nîşandan. Beriya wê dê resepsiyonek hebe. Dora 150 mêvan hatine vexwendin ku di nav wan de parlamentera kurd a li Parlemana Brîtanyayê Feryal Clark û şaredar û siyasetmedarên vî welatî jî hene. Di şevê de mûzîkjenê koma Lawje Ali Tekbaş jî dê çend stranên xwe pêş keş bike.
Di vê hejmarê de hevpeyvîna digel hev-dîrektorê festîvalê Ferhan Stêrk cî digre. Brêz Stêrk got wan xwestiye ku di vê festîvalê de hesta hezkirinê, şahiyê û vegera malê derxin pêş. Û yekê bi govendê dikarin bikin. Loma jî fetîvala îsal bi motta ya “dîsa govend” li dar dikeve û herwiha di postera festîvalê de jî hûnermend Sonia Ahmed ev govend nexişandiye.
Nivîskar Konê Reş vê mehê li ser derherê nemir û gewre Yilmaz Guney nivîsand. Mamoste Konê Reş wek sînemakarê bindestan Guney pênase dike û gala hatina malbata Yilmaz Guney li Rojava dike.
Nivîsên din yên vê hejmarê wiha ne:
Rûmet Med: Nivîseke Li Ser Peresana Zimanan, Mijarên Ragihandin û Diyalektîkê.
Brahîm Alûcî: Pêwajoya Çareseriya Trawmayê.
Salomé Cizrawî: Çîroka Mîtolojîk A Pîrepindê.
Digikurd: Sovyet an Amerîka? Gelo Kîjan Dewletê Ewil Pê li Heyvê Kir?
Faîk Ocal danasîna pirtûka Zeviya Ramûsanê ya Tekin Çifçi dike.
Helbesta Dilazad ART: Welatê Min.Fotoşirove:
Wêneya yekem: Jiyan û Dem
Wêneya duyem: Pira Malabadê û Roj


