Tu Bes, Baqî Hewes

Ji aliyê Mihyedîn Nahrîn – – Nûkirin: Şirove tune ye 1 deqe xwendin

Ey bihara vî dilî…

Roj wê bê hertişt dê xweştir bibe. Roj wê bê evîna me dê geştir bibe. Roj wê bê daxwaza me dê biçe serî.

Roj wê bê em ê xwe di nava agirê evînê de wenda bikin û biperitin.

Rojek wê bê û em ê bigihin hev. Ez ji van hêvîyan pir bawer im. Rojek dê bê ev xemsarî û bêhêvîtî dê biqede. Perdeya şanoya bextewarîyê dê ji bo me jî vebe.

Rojek wê bê ez ê xwe bighînim te. Dema min xwe gihand ez ê ji wir qet venegerim û herdem li ba te bimînim. Li ba te ez ê temenekî derbas bikim. Terka bawerî, îdeolojî, malbat û hevalan bikim. Tu tenê ji bo min bes î.

Ev zû ve ye ji bo Xwedê taet nakim lê dema qedera me bû yek ji bo Xwedê ez ê nimêja şikrê bikim. Piştî nimêjê şikrê ez ê her tiştî biavêjim alîyekî û tenê berê xwe bidim te.

Tu bes, baqî hewes.

Mihyedîn Nahrîn

Mamosta, Stenbol. Li gundekî Mêrdînê tê dinê. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdarîya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Niha li Stênbolê dijî û karê mamostetîyê dike.