Yek ji destanên antîk, epîk û mîtolojîk ên herî qedîm a dîroka wêjeyê Odysseia qala serpêhatîyên Odîseûsî dike. Odîseûs piştî Şerê Troyayê (deh sal didome) vedigere warê xwe Îthakayê. Tê texmînkirin ku her du destanên Homerosî yên Odysseia û Îlyada di nav sedsalên 7ê an jî 8ê de hatine berhevkirin û nivîsandin. Destanên Odysseia û Îlyada bi şêweya helbesta epîk hatine nivîsandin û her du berhemên mîtolojîk jî ji aliyê gelek nivîskar ve wek pirtûkên çîrok û roman jî hatine nivîsandin, û wek lîstikên şanoyê hatine lîstin. “Odysseia” di sala 1997ê de ji aliyê derhêner û senarîst Andrey Konchalovskiy ve bi navê “The Odyssey” (ji du beşan pêk tê) weke rêzefîlmê televîzyonê hate kişandin.
Christopher Nolan bi fîlmê xwe yê nû re ji nû ve derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Destana dîrokî Odysseia ji aliyê derhênerê hoste Christopher Nolan ve weke fîlmê sînemayê hate nivîsandin û kişandin. Hate ragihandin ku fîlmê “The Odyssey” di 17ê Tîrmehê de dê di heman demê de li seranserê dinyayê bikeve vîzyonê. Di 2025ê de wêne û posterên fîlmê hatibûn parvekirin û di meha Berfanbarê de ji fîlmê nû fragmana yekem jî weşandibûn. Lîstikvanên navdar di fîlmê de lîstine û tê gotin ku ji hêla teknîk ve balkêş e. Sînemahez ji mêj ve bi meraq û kelecaneke mezin li benda fîlmê mîtolojîk in.
Yek ji kitekitên herî girîng û taybet a fîlmê ev e ku hemû sehneyên “The Odyssey”ê bi kamerayên IMAX 70mmê ve hatine kişandin. Nolan, sehneyên fîlmê xwe yê nû jî li şûna formata dîjîtal bi formateke fizîkî kişandine. Sehneyên fîlmê li cihên rastîn, sehneyên piranîya lîstikvanan di nav şert û mercên xwezayî de, behra bêbal û pal, di erdnîgarîyên dijwar û zehmet de hatin kişandin. Lîstikvanên navdar di kadroya fîlmê “The Odyssey”ê de cî digirin. Matt Damon (Qralê Ithakayê Odysseus) weke serlîstikvan, Anne Hathaway, (Hevsera Odysseusî, Penelope), Tom Holland (Telemachus, Kurê Penelope û Odysseus), Zendaya (Xwedawenda zanatîyê, Athena), Robert Pattinson (Antinous) û Charlize Theron (Xwedawend Circe) di fîlmê de weke lîstikvan lîstine.
Fîlmê nû li welatên Mexrib, Yewnanistan, Îtalya, Îskoçya û Îzlandayê hate kişandin û ji bo afirandina atmosfera erdnîgarî û mîtolojîk a destanê, cihên berfireh û xwezayî hatin hilbijartin.
Temeşevanên sînemayê bi meraq û kelecaneke mezin li benda fîlmê Christopher Nolanî yê “The Odyssey”ê ne. Fîlmê antîk û mîtolojîk di heman demê de di 17ê meha Tîrmeha 2026ê de li seranserê dinyayê derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. “The Odyssey” him ji hêla teknîk, him jî bi vegotina xwe ya destanî (epîk) re fîlmekî balkêş e, tê gotin ku yek ji projeyên herî mezin a sînemaya nûjen e.
Fîlmê herî dawî yê derhênerê hoste Christopher Nolanî yê “Oppenheimer” di sala 2023an de ket vîzyonê, di gîşeya cîhanê de eleqeyeke mezîn dît û li gelek beşên Xelatên Oscar, BAFTA, Girovera Zêrîn xelat girtin.
Çavkanî: Wikipeia, Beyaz Perde, İmdb, rûmetmed.blogspot.com


