Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Dîrok»Yilmaz Guney: Sinemekarê Bindestan  
Dîrok

Yilmaz Guney: Sinemekarê Bindestan  

Konê ReşBy Konê Reş25/04/2025Updated:18/01/2026Şîrove tune ye6 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Gelo! Ew Dê û Bavê Yilmaz Guney Bûn?

Ta ku mirov li jiyanê be, wê kul û xem, evîn û hezkirin pêre berdewam bin. Zana be an nezan be, her wê ew barhilgirê kul û xeman û evîn û hezkirinê be.. Min di filmên xwe de hewil daye ku, ez kul û xeman, evîn û hezkirinê bigihînim hev. Gelek kes van tiştan ji hev dernaxînin…

Yilmaz Guney

Bi helkefta ku di roja Yekê vê Nîsana 2025an de, 88 sal di ser rojbûna Yilmaz Guney (1937–1984), derhênerê Kurd ê bi nav û deng re derbas dibe, ez li sala 1982an vegeryam, ew sala ku Yilmaz Guney bi filmê xwe (YOL), beşdarî di festîvala Cannesê ya sinemayê de, li Fransayê kir û Xelata Zêrîn stand. Wî bi vî filmê xwe zulm, zor û perîşaniya ku li gelê kurd di Bakurê Kurdistanê de dihat kirin di dinyayê de belav kir. Hem jî ez li roja 9ê Îlona 1984an vegeriyam, ev roja ku Yilmaz Guney ji berî 41 salê ve di nexweşxaneyeke Parîsê de koça dawî kiriye.

Van herdu bûyerên şad û şîn, ez li zaroktiya xwe û wan xelkên Zazî yên ku di dawiya salên 1940î de hatibûn gundê me Doda, vegerandim. Gundê me Doda li ser sînorê Tirkiyê ye. Berî ku mîm (main) di sala 1958an de di sînor de bêne çandin, gundê me dibû wek cihekê bêhinvedanê ji çûn û hatina Serxetîyan û Binxetîyan re. Gelek kes ji Serxetê têre derbasî Binxetê dibûn û ji Binxetê jî derbasî Serxetê dibûn û gelek bûyeran rû dida.

Erê.. Ez li biçûkaniya xwe vegerandim.. Bi wê vegerê re gelek tişt û mişt hatin bîra min; gundê min Doda û çîrok û çîvanokên ku zilamên gund li ber dîwarên malan ji hev re digotin. Gelek caran ez li kêleka wan zilaman rûdiniştim û min ji xwe re li wan guhdarî dikir. Wan zilaman ji hev re behsa Seferberlikê, mehciriya xelkên eşîra Hesen û Heyderan dikirin, behsa fermana fillan dikir û behsa sala xelkên Zazî yên ku di salên 1948-1950î de hatibûn gundê me Doda, dikirin û ji hev re feqîrtî, belengazî û perîşaniya wan digotin. Wana ew sal bi navê (Sala Zaziyan), bi nav dikirin. Ji gotinên wan zilaman li dor wan mehcirên Zaza ev bûn; “Di nav wan mehcirên xelkên Zaza de ku hatibûn Doda, Hemîd hebû, navê jina wî Gulo bû û kurekî wan 10-12 salî hebû. Hejar û perîşan bûn. Hemîd li tembûrê dixist. Stranên bi xem digotin.. Bi kurmancî nizanîbûn, bi Zazakî û Tirkî xeber didan. Çend salekî li gund man û ber bi Mêrdîn, Wêranşar û Urfayê ve cûn. Mezinê wan Zaziyan navê wî Abdulqadir bû..”

Wek ku diyare, navê bavê Yilmaz Hemîd e û navê diya wî Gulê ye û hin dibêjin bavê zanîbû li temûrê bide. Gelo! Ew dê û bavê Yilmaz Guney bûn? Û ew zarokê bi wan re Yilmaz Guney bixwe bû? Wek ku diyare, navê bavê Yilmaz Guney (Hemîd) e û navî diya wî (Gulê) ye. Gelo! Ew Dê û Bavê Yilmaz Guney Bûn? Nizanim.. Belê ne dûre.

Ji bo bêtir pêzanînan; dema ku serhildana Seyid Riza di sala 1937an de li Dersimê destpê kir û di encam de kemalîstan Seyid Riza û gelek ji şervanên azadiyê bidarvekirin, di encam de jî, ferman li ser serê Kurdên Zaza rabû. Hingî gelek ji wan, bi gunehê beşdariya şoreşê ji cih û warên xwe koçber bûn. Ji neçarî xwe li herêmên Kurdistanî yên aram girtin. Hingî Kurdên Sûriyê ji encama desthilatdariya Fransîzan di nivaramiyê re derbas dibûn.. Û ew sînorê derbasbûna Rojavayê Kurdistanê ku roja îro di navbera Serxet û Binxetê de zor çetin û dijware, nebû.. Hingê mirov bi hêsanî dikarîbû ji Serxetê derbasî Binxetê bibe.. Gundê me Doda jî li ser sînor bû, di navbera Qamişlo û Amûdê de bû û dor 30 Km li Rojavyî Mêrdînê diket. Qaçaxî û çûn û hatina Serxet û Binxetê, têre derbas dibû.. Wê çaxê gelek ji penaberên Zaza, derbasî gundê me bibûn û lê diman.. Di nav wan zaziyên ku binxet bûn û li gundê me man Hemîd û kebaniya xwe Gulo û kurê xwe bûn. Ez dûr nabînim ku ew Hemîd û Gulo bav û diya Yilmaz Guney bin û ew zarokê bi wan re yilmaz Guney bi xwe be.

Yilmaz Guney kî bû, çi bû û çi ji gelê xwe re pêşkêş kiriye?

Ew kurdekî resen bû. Derhênerekî cîhanî bû. Wî, di rojên teng û dijwar de, perîşanî, zulm û zora gelê xwe di rêka fîlmên xwe de ji xelkên cîhanê re da xuya kirin û eşkere kir. Di filmên xwe de bi serbilindî kurdîtiya xwe diyar dikir.

Ew di 1ê Nîsana 1937an de li gundê (Yenîce), herêma Edenê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Hemîd û diya wî Gulê bû, ji xelkên Zaza bûn. Di malek feqîr û perîşan de mezin bibû.. Di biçûkaniya xwe de gelek kar û barên têvel kiribûn; ji avdana bexçan ta bi sewterîbûna kolanên bajara.. Pêre jî hez ji xwendin û nivîsandinê kiriye. Piştî ku lîse qedandiye bi çend hevalên xwe re du kovar bi navê: (Dorok û Boran), bi zimanê tirkî weşandine. Ew derhênerê gelek filmên bedew e û 17 xelat li dor filmên xwe wergitine. Belê wek ku min gotiye di sala 1982an de bi beşdarbûna wî di festîvala Cannesê de li Fransayê bi filmê YOL, Xelata zêrîn stand û bi wê xelatê navê wî û perîşaniya gelê kurd di dinyayê de belav bû. Herweha du romanên wî bi zimanê tirkî hatine çap kirin, herdu jî di zindanê de nivîsîne, yek bi bavê (Salba: Jihevketî/ 1973), û yek bi navê: (Mirin û gerdena wan xuz bû/ 1973).. Wî 47 sal temen kir, belê dor nîvê temenê xwe di zindanên tirkiyê de derbas kir..

Ji filmên wî: Kerî, Seydxan, Belengaz, Kesên Revyayî, Bav, Kovî, Talî.. û gelek filmên din hene.. Di sala 1983an de filmê xwe yê dawî bi navê (DÎWAR), bi alîkariya hikumeta Fransî li Fransayê kişandiye.

Hêjaye gotinê ku, ew jî yeke ji van kesên ku di Sibata 1983an de (Enistîtuya Kurdî Li Parîsê), damezirandine; Dr. Kendal Nezan, Dr. Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Ordîxanê Celîl, Heciyê Cindî, Yilmaz Guney, Hejar, Kendal Nezan, Qenatê Kurdo, Remzî, Osman Sebrî, Îsmet Şerîf Wanlî, Tewfîq Wehbî.

Ew di 9ê Îlona 1984an de li nexweşxaneyeke Parîsê koça dawî kir. Bi rêûresmekî bedew ji rex hin wezîrên Feransî, cemawerekî mezin ji Kurd û Fransîzan ew li Parîsê di goristana (Laşaz) de, li kêleka van herdu helbestvanên Fransî yên navdar; Charles Baudelaire û Alferd de Musset hat veşartin.

Ma nehêja ye ku em her sal wî bibîr bînin û navê wî li cihekî bilind deynin?

 

 

Lehengên Kurd The Raising of Kurds 4 Yilmaz Gûney
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Konê Reş

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.