Silav kurdîhezên xoşewîst.
Me hejmara 21ê ya The Raising of Kurds weşand. The bergê hejmara Îlonê de tîma futbolê ya ku niha dilê hemû kurdan ji bo wê lêdide, Amedspor heye. Amedspor par derket lîga Super a Tirkiyeyê. Beriya destpêka sezona nû rêberiya tîmê xebatên baş û transferên di cî de kirin. Xebatên wan bikêr hat û ji bo vê tîma serkeftî 6 hefte têrê kir ku hilkişe lûtkeya lîgê. Piştî 6 hefteyan Amedspor bi 13 puanan niha di rêza yekem de ye. Tîm futbolek baş dilîze û bi me jî xweş e ku em lê temaşe bikin. Serkeftina wan ji me re serbilindî û şadî ye. Amedsporê bêguman rîtm û ahengek anî bajêr, kelecan anî taxên Amedê. Lîstîka Amedsporê kêfa alîgirên xwe tîne. Gelê Dîyarbekirî bi hezkirin diçin stadyumê, bi kelecan li bendê ne ku dawiya hefteyê were da ku li maça tîma xwe temaşe bikin.
Amedspor niha ji her aliyê dinyayê alîgir qezenç dike. Ev piştgriya kurdan di hesabên wê yên medyaya civakî de xwe nîşan dide. Hesabê wan ê înstagramê niha gihîştîye 2.2 milyon şopîneran. Diyarbekir êdî dibe mîna bajarekî ewropayê. Futbol mezintirîn rojev û çalakî ye li bajêr. Me ev rewşa xweş di nivîsekê de vegot. Û bi me xweş bû ku em serkeftina Amedsporê di bergê kovarê de jî îlan bikin.
Di meha Îlonê de kesayetekî gewre yê siyaseta Kurdî koça dawî kir ji vê dinyayê. Sîyasetmedar û Şaredarê berê yê bajarê mezin yê Diyabekiriê Mehdî Zana. Ango hevjîna hêja Leyla Zana. Nivîskarê me Konê Reş li dor jiyana wî hest û ramanên xwe nivîsî.
Nivîskara me ya ji Kobanê Siltana Eto di vê hejmarê de li ser edebîyata kurdî nivîsî. Sernava gotara wê wiha ye: Realîzma Efsûnî Di Wêjeya Kurdî De.
Bedîûzzeman Seîdî Nursî şehsîyetekî gewre yê Kurdan e. Rîsaleyên wî di mesela vegotina îslam û îmanê de xîzmete mezin kir û dike. Nivîskarê me Dilazad ART li ser Rîsala wî ya aboriyê gotarek amade kir û ew wergerand ser zimanê Kurdî.
Di kovara Îlonê de nivîseke Brahîm Alûcî ya derbarê derûnnasiyê de jî heye: Deriyê Derûnkolerî Û Ronîgiyanê, ‘Ziman Û Xwebûn’.
Digikurd di gotara xwe ya vê mehê de ajaleke gelek balkêş û jêhatî ji me re dinasîne. Darbir: Endezyarên Xwezayê. “Ev ajalên nîv-avî, bi jêhatîbûna xwe ya endazyariyê, ne tenê jîngeha xwe diparêzin, lê herwiha bandorek kûr li ser sîstema hîdrolojî ya rûbaran dikin.”
Di warê sînema û televîzonê de jî nivîseke me heye di hejmara 21ê de. Nivîskar Rûmet Med di derbarê rêzefîlma Silo de gotarek amade kir. Agahiyek ji vê nivîsê bo meraqdarên rêzefîlma Siloyê jî ev e: Platforma dîjîtal AppleTv+yê ragihand ku beşa yekem a sezona çarem a rêzefîlmê dê di 9ê Tîrmeha 2027ê de bê weşandin. Ev sezon dê bibe sezona dawî.
Di beşa danasîna pirtûkan de pirtûkeke din a kurdî cîh dig re. Nivîskarê me Faîk Ocal Pirtûka Xelat a Sedat Yurtdaş bi me dide nasîn.
Herwiha em dixwazin pirtûkek nû jî ragihînin. Pirtûkeke nû ya nivîskarê me yê hêja Dilazad Art derdikeve: Destpêk û Dîroka Sînemaya Kurdî.
Hejmara 21ê bi beşa Fotoşirove diqede. Di vê beşe de 2 wêneyên wênegir Dilazad ART hene.
Wêneya yekem: Neqşêyên li ser dîwarê manastira Dom ya Kolnê.
Wêneya duyem:Peykerek ji kolanên Kolnê.
Hejmara 21ê jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.
Bimînin dixweşiyê de.









