Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Wêje»Ji Dojehê Ber Bi Bihûştê Ve
Wêje

Ji Dojehê Ber Bi Bihûştê Ve

Dilazad ARTBy Dilazad ART11/02/2025Updated:02/05/2026Şîrove tune ye3 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email
  1. Dojeh

Tarî, her der û her tişt tarî

Ez tiştekî nabînim, tenê tarî heye

Bêhna xwîna hişk difûrê

Gûm gûma agirê semawatê

Xezeba kû kesî nedîtî û nebînayî

Erd diqelişê, asîman diçirê

Berfeke sorxwîn, baraneke mirovkûj dibarê

Bêne bîra xwe, di demên qedîm de meranî li meydanê

Şûr û mertal, tîr û kevan govend digirtin

De şerê hebûn û nemanê de

Çi jin çi mêr kû şêr şêr bê

Xwîn didan di bazara ceng û dîlanê de

Xwîn diherîkî, ser li aliyekî, dest li aliyekî, dil li aliyekî

Daristan û deşt bi xwîne şîn dibûn

Bê av û tav, bê ked û dem

Dûvre ji çekan gûle bariyan

Dîsa xwîn, dîsa talan, dîsa kûştin û pevçûn

Dema ku birinê me, di hembeza sîng û berê yarê de cebirîn

Nevîyên Ehrîmana bomba barandin bi ser gûl û kûlilkan de

Xwîneke tarî herîkî li ser rûye zemînê

Zîndan, qafês, bîra bêbinî, laşê derbxwarî

Disa jî ji dest berneda doz û soz

Dozekê ji dojehê û sozeke ji agirê etûnê

Behna çeken kîmyevî zaroyên nixûriye malê dikûjê

Pîremêr û pîrejinê li ber dîwarê demê

Bûk û zavayê li govêndê

Xwîn, xwîn, her der xwîn

Tarî, tarî, her tişt tarî

  1. Araf

Ez kî me, tu kî yî

Ez li kuderê me, ev der kûdere

Mirî me an zindî me

Çûyîn çiye, hatin çiye

Yek mezine an dûdo

Çiya bilind e an deşt

Ronahî û tarîtî ji çiye

Bihar çima li pey zivistanê ye

Av ji asimana tê an ji zemîne

Çima çavên min girtîne

Dengê xezebê û dengê aramiye

Di mejîye min de dîlan digrin

Rastî û çewtî çiye

Ji milê çepê behna tarî, xwîn û dojehê

Ji mile rastê behna ronî, av û bihûştê tê

Lê çep çiyê rast çiye ez nizanim

  1. Bihûşt

Ronî, her tişt û her der ronî

Zaroyeke çavê xwe li dinye nû vekirî me

Ez dibin im, behn dikim, dibihîz im

Sirûşt ji xewekê kambax hişyar dibe

Ewrên li ser rojê yên nixûmandî vedikişin

Zîndan dibe gulistan,

Bihar bi keskesora rengvedidê

Sterka şivana geş dibe

Dayik dikenê, zaro dikenê,

Bûk û zava bihev şa dibin

Ji erdê azadî dipijiqê, ji asîman dadî dibarê

Alayek bilind dibe bi ber asîmanê bircan ve

Çiya xwe dixemlînin nazênîn,

Rûbar bêsînor diherikin, diçin ber bi deryayê ve

Heramzadeyên ku jiyan didizîn

Di gorîstanên mar û dûpişkan de xelata xwe digrin

Çend hezar sale kû li benda te bûm

Mizgîna xêrê, ahênga ster û heyvê

Dendika atomê, ronî û germa agir

Bi xêr hatî serkeftinên ku mirin têkbirine

Bi xêr hatî evîna ku ji bo te me can da

Êdî tu can bide, bedenên mirî zindî bike

Êdî zarokên pêşerojê dinav bexçê bihûştê de bijîn

Û li ber dengê dengbêjê kewê ribat

Bayekî ku can hembêz dike porê me miz dide

Beden şa dibe, can dilşa, hiş azad, dil aram

Ronî, ronî her der û her tişt ronî

 

 

 

Helbest The Raising of Kurds 2 Wêje
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Dilazad ART

Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024, TigrisSophia û Kültür Atlası de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Derhenêr Wekî dî di saziyên sivîl yên civakî de aktîv dixebitê. Heta niha 58 pirtûk weşandine. (1ê Gûlan 2026)

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.