Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Hemû Hejmar»Hejmar 28»Mirin Berdêl Bû Li Vî Welatî
Hejmar 28

Mirin Berdêl Bû Li Vî Welatî

Muqades AgirîBy Muqades Agirî30/04/2024Updated:02/05/2024Şîrove tune ye1 Min Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Şırnak'ın Uludere ilçesinde bazı bölgelerde doğal olarak yetişen ve halk arasında "ağlayan gelin" veya "hüzün çiçeği" diye bilinen ters lalelerin açması doğaya renk kattı. ( Ayhan Babat - Anadolu Ajansı )
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

 

Mirin Berdêl Bû Li Vî Welatî

berê min li te

berê te li Zagrosan bû

te sonda mirinê

bi hezar sondên dîrokê ve girêdayî

di fîncana qehweyê de gulm bi gulm vexwar

 

û bûyî bazê deşt û çiyayan

ji bo  çirûskên çavên zarokan

ji bo serbilindiyê, aramiyê, azadiyê

axx çima mirin berdêl bû li vî welatî

 

li pey te

di dilê min de balîndeyên sêwî

yeko yeko xwe kuştin

te ref bi ref qulingên kenên min jî

bi xwe re bir

 

xeyîdîm ez ji hemû tiştên bedew

neaxifîm bi heçheçikan re wekî berê

 

ne min mêze kir li rojê

ne jî rojê mêze kir li min

 

û hêstirên min bûn sîwarên xemê

rijiyan li ser cihêzê min ên qenewîçe

di şûna hemû rengên xwezayê de

min  hêvî neqişand êdî

di nav zeviyê mîmê de

 

Helbest Muqades Agirî
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Muqades Agirî

Nivîskar,Brîtanya. Agirî. Muqades Agirî, li navçeya Dutaxê ya Agiriyê hatiye dinê. Heta Lîseyê li Dutaxê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê beşa Ziman û Wêjeya Erebî di nîvco de hiştiye. Li Zanîngeha Yuzuncu Yil Beşa Karsaziya Turîzmê qedandiye. Di sala 2014an de, li Zanîngeha Anadolûyê beşa Karsaziyê bi dawî kiriye. Sala 2017an, li Zanîngeha Artûklûyê Lîsansa bilind a Ziman û Çanda Kurdî qedandiye. Di rojnameya Azadiya Welat de edîtorî kiriye. Li ser malperan gotar û nivîsan dinivîse. Niha li Birîtanyayê jiyana xwe didomîne. Berhemên wê: -Dilê Kûvî –Helbest, 2016 Weşana JJ/ Amed -Hestên Xalî -Helbest, 2021 Weşana Payîz/ Amed

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî

Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne

The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.