Danasîna Pirtûka Weylo Siyaro Weylo Gundo Ya Veysel Çamlibel

Ji aliyê Faîk Ocal – – Nûkirin: Şirove tune ye 4 deqe xwendin

Di pirtûkê de çardeh çîrok hene. Navê çîrok û serlehengan… Gîha Dirûn: Mecîdê Kêlindîkêş (Rûpel; 13-20). Mêvan: Eyşan (Rûpel; 21-30). Canbazên Erdîşê: Ehmed (Rûpel; 31-38). Dîwanê Kor û Rihan: (Rûpel; 39-48). Kezeba Başçawuş: (Rûpel; 49-54). Mistoyê Seyrikê: (Rûpel; 55-60). Koçberiya Nebixêr: Ferzende û kurê wî Hesen: (Rûpel; 61-67) Kalikê Zana: Osman (Rûpel; 68-73) Ceng: Apê Şamil (Rûpel; 74-79). Rêbir: Şofer Zahir û Rêbir Reşo (Rûpel; 80-84). Zozanê Sînegê: Daweta Elî û Gulîzerê (Rûpel; 85-91). Ala Xwe Hilde Were: Cemal û Ferman (Rûpel; 92-98). Du Heval: Hikmet û Xalid (Rûpel; 99-104). Fotograf; Kamil û Zeytûn (Rûpel; 105-112).

Gava mirov pirtûkê dixwîne, tabloyeke wiha tê ber çavên mirov. Dewr û dewran diçe û mirov li rabirdûya xwe dinêre. Şeveke zivistanê ye, li der berf dibare; rê hatine girtin. Şevbuhêrk e. Kalekî heftê salî dest bi gotinê kiriye. Kalê çavên xwe girtine û bi rûrehman e. Apê Veysel, mîna Apê Şamil vedibêje. Em mest dibin.

Haylo Siyaro Weylo Gundo, li gor deng û awaza merivên berê hatiye gotin. Di her çîrokê de navek heye û çîroknûsî li gor wî navî çîroka xwe vedibêje. Çîrok bi her awayî ji folklora Kurdan derketine.

Çîrok ne bi teknîkên nûjen lê bi vegotineke kevneşopî hatine honandin. Çîroknûsî vegotina xwe li ser van şeş hîman ava kiriye: Mîzah, çîrok (îng. tale) hîkaye (îng, story), destan, otobiyografî, dengbêjî. Divê di wêjeya kurdî de berhemên wiha jî hebin. Çîrokên dahatûyê bêyî çîrokên rabirdûyê nabin. Haylo Siyaro Weylo Gundo çîrokeke rabirdûyê ye.

5-Çîrok hem xîtabî guh, hem jî çavan dikin. Mirov dikare çîrokan hem bi deng hem jî bêdeng bixwîne. Destpêk û dawiya çîrokan heye. Zimanê çîroknûsî bi deng û awaz e. Bêyî acizî mirov dikare hemû çîrokan bixwîne. Lewre di heman demê de pirtûka isbata dewlemendiya zimanê kurdî û dîroka Kurdan a kevnar e.

Ji pirtûka çîroknûsî du peyv derdikevin holê: Folklor û ziman. Mirov bêyî ziman û rabirdûya xwe nabe mirov. Folklor û ziman, hem sinc û exlaq e, hem jî hebûn û hêvî ye.

Di teswîran de çîroknûs dîmenên berê li ber çavên mirov zindî dike. Bo mînak: “Bi dengên tulumê re, ku Misto çok dişikand, sing û mil dihejandin, çav diqirpand û desmal li ba dikir; bi eşq û reqsê gilî û gotin diavêtin ber hevalan, Misto ew hilanîne ku yek jî ji bîra mirov naçe. Misto bi dengê tulumê ne wek hevalên din, bi curekî din, bi rewşeke cuda, bi kêf û şewqeke ecêb direqisî…” (Rûpel; 58).

Şêweya çîroknûsî dişibe vegotina kal û pîrên berê. Em nikarin behsa şêwazeke nûjen bikin, jixwe hewceyî tiştekî wiha jî tune ye. Çîroknûsî bi çîrokên xwe dibêje, ez aîdê dewr û dewranên berê me, aîdê folklora Kurdan im, aîdê rabûrdiyê me û armanceke min bi tenê heye: Vejinandina dewr û dewranên berê, folklora Kurdan û rabûrdiyê. Bi van vegotinên xwe jî çîroknûs di karê xwe de serkeftî ye.

Vegotineke nûjen nîn e. Zimanê çîroknûsî zindî ye. Çîrokên Çamlibelî ji bo çîroknûsên dahatûyê çavkanî ne, derfetên baş in.

Pirtûk sala 2012an de ji Weşanên Pêriyê derketiye. Karê edîtoriyê Ehmed Onal, yê redaksiyonê Fehîm Işik, yê bergê Grafikonline, yê wêneyê Tekin Firat kiriye. Veysel Çamlibel sala 1940î li Bazîdê ji dayik bûye. Yanî ev pirtûk di heftê saliya wî de hatiye weşandin. Di karê weşanxane û çapê de şaşî gelek in. Divê mirov bala xwe bide ziman û kelepora çîroknûsî. Veysel Çamlibel xezîneyek ji folklora kurdî berhev kiriye û ji mirovî re rave kiriye. Bawer im ku nifşên pêşerojê dê ji berhemê gelekî sûd werbigirin. Çîroknûsî “Di Derheqa Pirtûkê de Çend Gotin”ê de wiha dest pê dibe: “Dayik, zarok û ziman…” Jixwe ew her sê peyv merama mirov îfade dikin. Ev pirtûk hem dayik, hem zarok, hem ziman e.

 

Faîk Ocal

Vî nivîskarî 40 nivîs weşandine.

Nivîskar, Semsûr