Beşa duyem.
Nuqteya Pençemîn
Cenab-i Hak, ji kerema kemala xwe, tahma nîmetê xwe wek kesê maldar didê kesê xîzan û wek didê padîşahekî didê xîzan û gedaya. Belê ji birçîbûnê û ji abordarîyê kesekî xîzan tahma ku ji qetek nanekî ziwa û reş distênê, ji tahma ku padîşahek yan maldarek ku acizbûn û dilnaçîna beklawayeke gelekî xweş zêdetir û bitahmtir e. Tiştekî balkeşe ku, kesên beredayî û îsrafkar mirovên abordar bi sewîtî navdikin. Haşa! Abordarî rûmet û comerdarî ye. Kesên îsrafkar û kesên beredayî di xuyakirinê de çiqas merdane bin jî sêwîtî û bêrûmetî rewşa nava wan e. Bûyereke ku vê rastîyê dipejirîne heye, dema weşandina vê pirtûkokê li Isparta di hicra min de çêdibe. Bi vî awayî: Dijî destûra jiyana min û qaîdeyên min, şakirdekî min nezîkî dudo û nîv okka hingiv ji bo bi min bide pejirandin diyarî min bi awayekî zexm li ser min rawest. Her çiqas min qaîda xwe peşkeşkir, ne rawest. Ji mecburî, ji bo ku bi sê hevalên li ba min bidim xwarin û di Meha Şabanê û Remezanê ji vî hingivî sî çil rojî ji bo ku her sê kes bixûn û ji bo kesê ji min re anî ye pê bibê xwedîxêr û ev hevalên min bê şerînayî nemînin min go: ‘rajinê’. Oqqak hingivê min jî hebû. A rast her sê hevalên min jî kesên abordar û rastbûn. Lê ji bo ku ji hevre pêşkeşkin û ji bo kêfa birayê xwe bîne û ji bo nefsa birayê xwe ji nefsa xwe çêtir didîtin bi vî awayî ev xuye xweşî abordarî ji bîrdikirin. Di hundire sê şeva da du û nîv oqqa hingiv xilaskirin. Min bi ken got: ‘Ez ê sî çil rojî bi hingiv devê we şêrinkim. We sî roj anî sê roja. Noşîcan be.’ Lê min ew oqqaq hingivê xwe bi abordarîye sarfkir. Di meha Şaban û Remezanê de hem min xwar û hem Lillahilhamd ew birayên min dema fitarê min her yekî kevçîkek dida (Haşîye 1: Yanî bi kevçîkekî çay ê mezin.) wa û bûne sedema xêreke girîng. Çêdibê ku ê ev halê min dîtibê bi qesîstî ez hesibandim. Sê şevê wa hevalên min comerd dîtibin. Lê di nuqteya rastî de, di bin qesîstîyê de rûmeteke bilind û berekete mezin û xêreke mezin hatibî hilandin. Û dibin wê comerdîtîyê û îsrafê de ku devjêneberdabana yê encameke ji qesîstîye xeraptir parsektî ye û li destê mirovên dî meyzêne bidê.
Nuqteya Şeşemîn
Gelek cûdabûn di navbera qesîstî û abordarîyê de heye. Bê çawa dilnizmî cireke pesndayînê ye ji zilleta ahlaqê xerab manên cûdaye û ku di xuyakirinê de wekhev in. Bê çawa giranî cireke pesndayînê ye ji ehlaqê xerab ê bevilbilind manên cûda ye, di xuyakirinê de wekhev e. Bi vî awayî ehlaqeqî bilind ê peyxember û bingeha levhatina hikmeta Îlahî ya di gerdûnê de abordarî ti tekilî bi sefîltî û bexîltî û qesîstî û ji pintîtîya ji hirsê tê nakê. Lê bi suret ve tişbihê hev. Bûyereke ku vê rastîye di pejirêne: Ji Sehabê Abadîleyî Seba ê meşhur Ebdullah kurê Hazretî Umer ku, kurê ji xelîfeyê Resulullah Faruq û Ezzam Hazretî Umer (r.a.) ê mezin û ê girîng û zanayên Sehabîya ê bijartî ew kesê pîroz di nava bazarê de di danûstandinê de ji bo meseleke çil pere, ji bo abordarî û ji bo ewlekarî û rastkirina bingeha bazirganîyê pevçûnên dijwar dikir. Sehabeyekî lê dinerî. Dibînê ku kurê Xelîfeyê rûyê zemîn Hezretî Umer ji bo çil pereyî gengeşîyê dike, vêna qesîstî dihesibênê. Di kevê pêy ji bo ku bigihejê encama vî karî. Dibîne ku, Hezretî Ebdullah kete mala xweyî mibarek. Li devê derî zilamekî xîzan dît. Kêlikê pêre list, jê veqetî û çû. Dûvre ji derîyê xanîyê xwe ê duduyan derket. Xîzanekî dî li wir dî. Li ba wî jî kêlikê list, jê veqetîya û çû. Ew sehabîyê ku ji dûr ve dimeyzand mitalkir. Çû ji wa xîzana pirsî ‘ Mela li ba we rawest. Çi kir?’ Her yekî got: ‘ Zêrek da min.’ Wî sehabîyî got: ‘ Fesûbhanellah! Di nava bazarê de ji bo çil pereyî gengeşîyê bikê, dûvre li mala xwe du sed quruşî didê da kes pênehisê û bi dilê xwe didê.’ Li ser vêna ponijî. Çû Hezretî Ebdullah kurê Umer dît. Jê re got: ‘ Ya mela, pirsgirêkeke min çareser bike. Te li bazarê halo kir, li mala xwe wulo kiriye.’ Jê re bersiv da: ‘ Halê di bazarê de ji rewşa abordarîyê û ji gihaştina aqil û ji bo ewleyîya bingeh û rihê danûstandinê, ji parastina rastîyê tê. Ne ji qesîstîye tê. Rewşa di mala min de ji halê şefqata dil û ji gihaştina can tê. Ne ew qesîstî ye, ne jî ev îsraf e.’ Melayê Ezzam ji bo na vê razê çawa di îsrafê de xêr nîne, di xêrê de jî îsraf nîne gotîye. Yanî, ‘ Di xêr û danê de –lê belê ji bo kesên hewcedar- îsraf nîne, bi vî awayî di îsrafê de jî ti xêr tûneye.’
Nuqteya Heftemîn
Îsraf, hêrsê encam didê. Hêrs sê encama didê:
Ya Yekemîn: Bêqinyatbûn e. Bêqinyatbûn xwesteka xebat û karkirinê dişkênê. Ji bedela spasîyê de mirovan gazinkar dike û mirovan teral dike. Malê hindik ê meşrû û ê helal berdide (Haşîye 2: Ji bêaborîye kesên xwarinên zêde dibin, kesên çandînîye kêm dibin. Hemû kes çavê xwe li devê derîyê dewlêtê digerîne. Wê demê hûner û bazirganî û ziraata ku bin geha jiyana civakî ye kem dibê. Ew gel jî nabe şareza û xîzantir dibe.), malêkî bizahmet û nemeşrû digere . Û di vê rê de rûmeta xwe, belkî namusa xwe feda dike.
Encama Hêrsê Ya Duyemin: Bêparmayîn û xisar e. Bê armancmayîn û sersarî mirovan ji hesanîyê û ji alîkarîyê bêpar dihêlê, hetta ‘hêrs, sedema xisar û nejêhatîbunê ye.’ Gotina bavûkala tê serê yekî. Bandora hêrs û qinyatê, di cîhana zindîyan da bi destûreke fereh cereyan dike. Bi kurtasî, darê hewcedarê riziq, qinyatê wan ê zikmakî, rizqê wa ji wa re dişîne. Sewal (heywan) bihêrs di nav zor û kemayîyê de li pey rizqê xwe diçin. Ev xisara mezin a hêrsê û karê mezin ê qinyatê nişan dike. Hem tev çêlik û zarê qels bi zimanê halê xwe û bi qinyata xwe şîrê ku qutekî nazik ji devereke ku jê hevî nakin diherike. Cenawerên ku bihêrs erîş dikin rizqê ku bidestdixin kêm û lewitîye vê doza me bi awayekî beriqandî dipejirenê. Hem masîyê qelew ji rewşa qinyatkarî dibin xwedîye rizqekî baş û rovî û meymûn ku hilebazin ji bo ku li pey rizqe xwe bi hêrs digerin li hember vêna biqasî ku dixwazin bidest naxin û qels û zirav dimînin. Dîsa nîşan dike ku hêrs çiqas sedema zahmete ye û qinyat çiqas sedema rehetîye ye. Hem gelê Cihû bihêrsê, bifaîzê û hîla rizqê xwe bi stuxwarî û rezîltî, bi awayekî nelirê û biqasî ku nemirin dibînîn. Kesên ku li çola dijîn yanî bedewî bi rewşa qinyatkarî bi rûmet dijîn û rizq wekî ku tera wa dikê dibînin. Ev jî doza ku em dibêjin bi awayekî mîsoger dipejirîne. Hem gelek zana (Haşîye 3: Ji wezîrê aqildar û meşhur û zana Bûzurg-Mîhr ê şahê dadmend ê Îranîyan Nûşîrewan pirsînê: ‘Çima zana li devê derîyê revebîran e û çima revebîr ne li devê derîyê zana ne? Ma zanîn ji revebertîyê ne bilindtir e?’ Bersiva xwe halo da: ‘ji zanîna zana û ji nezanîya revebera ye. Yanî revebîr ji nezanîya xwe bihayê zanînê nizane ku here devê derîyê zana jê zanînê bigre. Ji ber zana jî ji zanabûna xwe bihayê mal jî dizanin diçin ber derîyê revebîra digerin.’ Bûzurg-Mîhr sedema xizanî û sefalata di nav zana de hêrseke ji encama hişmendîya wa bi awayekî nazik şîrovekiriye. –Husrev) û wejevan (Haşîye 4: Buyereke ku vê mijarê dipejirênê. Li Fransa’yê ji bo ku wêjevan xweş parsektîyê dikin dîplomaya parsektîyê didin wa. –Rûştû-) bi sedema hêrsa ku hîşdarî daye wa ketine rewşa xizanî û gelek ehmeq û kesên bêhêz bi qinyateke zikmakî maldarbûyîn mîsoger ispatdike ku; rizqe helal li gor acz û xizanîyê tê. Ne li gor bihêz û bi jehatîyê ye. Çêdibe ku ew rizqê helal dijî hêz û jehatîyê ye. Ji ber ku hêz û jehatîya zaroka çiqas zêdedibê, rizqê wa kêmdibe, ji wa dûrdikeve û destxistin giran dibe. ‘Qinyat, gencinîyeke ku xilasnabê’ bi raza vê Hadîse, qinyat gencînîya debarkirineke bedew û rehetîya jiyaneye. Hêrs ji kanîya xisar û sefiltîye ye.
Encama Seyemîn: Hêrs ihlasê dişkîne, karên axretî birîndar dike. Ji ber ku kesekî xwedî teqwa ku hêrsa wî hebe, ji mirova ecibandinê dixwaze. Ê ku ji mirovan ecibandinê dixwaze îhlasê tam nabîne. Ev encam pir ewla ye, pir balkêş e. Bi kurtasî, îsraf, bêqinyatê encam dide. Bêqinyat jî, xwesteka xebatê dişkîne, yekî davêjê teralîyê, derîyê gazina ji jiyanê re vedike û dûvre gazina dike. (Haşîye 5: Belê tu bi kijan îsrafkar re biaxivî tê gazina bibihîzî.) Hem îhlasê dişkîne, derîyê durûtîyê vedike. Hem rûmetê dişkîne, rêya parsektîyê nîşan dike. Her çiqas zengînbin jî ewê gazinkar bin. Tu bi kesekî xîzan û qinyatkar re bi axivî tê spasê/şikirdarîyê bibihîzî. Aborî, qinyatê encam dide. ‘Kesên qinyatkar ezîz dibin, ên hêrskar û çavbirçî zelîl dibin’ bi raza Hadîse, qinyat rumetê encam dide. Hem cegerê kar û xebatê dide. Cegera mirov zededike, mirov dixebitîne. Ji ber ku, emê bê, rojekê xebitî, bi şev bihayê ku bi raza qinyat sitand, yê roja duduyan dîsa bixebite. Kesên îsrafkar, ji bo ku qinyatê nakin roja duduyan naxebitin. Bixebitin jî bêkêf dixebitin. Hem; qinyata ku ji aborîtîyê tê derîyê spasîyê vedike, derîyê gazina digrê. Mirov di jiyana xwe de her dem spaskar dibe. Hem bi sedema qinyatê, hewcedarê mirovan nabe û li pêwendîya mirova negere. Derîyê îhlasê vedibe, derîyê durûtîyê têgirtin. Xisarên dijwar ê bêhêz û ê îsrafê di çarçoveyeke fereh de min dît. Bi vî awayî; Ez berî ana neh sala hatim bajarekî mibarek. Ji sedema zivîstanê min dewlemendîya wî bajarî nedidît. Rahma Xwedê lê be, miftîyê wê derê çend cara ji min re got: ‘gelê me xizan e.’ Ev gotin li dilê min xist. Heta penç-şeş sal jî, dilê min bi va kesa dişewitî. Heşt-neh sal dûvre havînî dîsa hatim wî bajarî. Min li bostane wa meyzand. Min go: ‘fesûbhanallah. Zadê wa bistana zêdeyî hewceyî ye bajer in. Dibe gelê vî bajarî pir dewlemend bin.’ Şaş mam. Bi biranîneke xweyî rast a ku min naxapînê û a ku dihêle ez têgihijim rastîya ku rêbertîyê ji min re dike, hişt ku ez pê têgihijim, ji îsraf û bêaborîtîyê bereket rabûye, ku li hember ewqas kanîyê dewlemendîyê, miftîyê ku mirîye di got: ‘gelê me xizan e.’ Belê danîna zekât û aborîkirin, di mal da, bi tecrûba sedema bereketê ye û îsrafkirin û nedayîna zekatê sedema ku bereket nemîne ye. Gelek bûyerên mîna vêna hene.
Eflatûnê filozofê Îslamê, şexê bijijka, hostaye filozofa, hişmend û namdar Ebû Elî Îbn-î Sîna, tenê di nuqta tenduristîyê de; ayeta Bixûn, vexûn, lê belê îsraf nekin. ( Suretê Eraf: 31) wuha şirove kiriye. Dibejê; zanîna tenduristîyê ez di du reza da berhev dikim. Bedewbûna gotinê di kurtasîyê de ye. Dema te xwar hindik bixwe, dûv ku te xwar heta çar-penç seata tiştekî nexwe. Derman di xwarin serfandinê de ye. Yanî biqasî ku tu dikarî biserifenê bixwe. Ji nefs û aşik re tiştê herî giran û nebaş xwarin li ser xwarinê ye. (Haşîye 6: Yanî ji bo bedena mirov tiştê herî nebaş heta çar-penç seat derbasnebûyî xwarin li ser xwarina xwarin e û ya ji bo tahmê xweş bi xwarinên cûrbecûr aşik tişikirine.) Tewafûqake (levhatîyeke) îbretkar û balkeş; sê ecemî, penç-şeş kesên nivîskar, li cihê cûda cûda, ji destnivîsê cûda cûda, ji hevdû dûr, rêyên wa jihev cûda, di rîsala aborîtîye de, bê hesibandina elîfa her kaxeza ku nivîsîn de elîf, bêdua 51, bidua 53’ya re lihevhatîyek çêbu. Bi vêna re dîroka çapkirina rîsala aborîye li gor dîroka rumî 51 û li gor dîroka erebî 53 levhatinbûn bêguman ne tiştekî tesadûf e. Nîşana kerameta bereketa aborîyê ye. Ev sal hejaye ku bi navê sala aborîyê bê binavkirin. Belê, dûv keremata aborî bi du sala di Şerê Cihanê ê Duyemîn de li her rexî birçîbûn, xerabûn û îsraf, mirov û herkes mecburkirina aborîtîyê îspat kir. Em Te ji hemû kemasî ya dûr digrin. Ji perwedekirana Te pêve ti zanîna me nîne. Bêguman Tu hemû tiştê bi rastî dizanî û Tu hemû tiştî bi hikmet çêdikî. (Sûreta Baqara:32)
Encam
Di vê xebata Seyda Seîdê Kurdî de bi giştî li ser aboriyê hatiye rawestandin. Pirtûk bi giştî Li ser Aborîyê, qanaatê, îsraf û beredayîyê ye. Seyda aborî bi heft nuqteya eşkerekiriye. Di van nupteyan de karê xebatê, feda qanaatê, xisar û zerara îsraf û beredayiyê anîye ziman.
Werger karekî zor zahmet e. Wergera herî bedew jî ti cara cîhê nivîsa xwerû nagirê. Tenê bi watêya ku mirov jê sûd bigrin werger karekî hêja ye. Ev yekem wergera min a ji Rîsalê-î Nûr e. Heta ji min hat bi awayekî hêsan û zelal werger kir. Dizanim ku ti werger an ti nivîs bêkemasî û bêxeletî çênabe. Bi armanca ku kesên xwendevan ji Rîsalê-î Nûr sûdbigre min ev rîsale wergerandîye ser zimanê Kurdî. Birastî zimanê Rîsalê-î Nûr gellekî giran e. Ji ber ku zimanê Osmanî ji Tirkî – Erebî – Farisî – Kurdî pêkhatîye gellekî giran e. Bi hêvîya ku ev xebat a piçûk rê li ber xwendevan veke. Xebat ji me, serfîrazkirin ji bal Xwedê ve ye.
