Roja 22-ê Îlona 2026 an de, serokê Dewletên Yekbûyî Yên Amerîkayê Donald Trump û li ser sekoya Neteweyên Yekbûyî ya ku her sal li bajarê mezin New York’ê ve komcivînên salane yên NY tên lidarxistin, gotareke balkêş li ber guh û çavên beşdaran re xwend. Yek ji xalên, Donald Trump qala wê kiribû, mijara Grînlendê û rêkeftina ku wî li gel serokwezîra Danîmarkayê Mette Fredreksen, û serokê Rêveberiya xweser ya girava Grînlendê Jens-Fredrik Nilsen ya ku hatibû wajo kirin, bû.
Donlad Trump derbarê rêkeftina binavkirî got ku: Ev rêkeftina leşkerî ku me îro wajo kiriye, rêkeftineke mêjoyî ye û bi saya wê jî, bandora me li ser herêmê û derve jî dê zêdetir bibe. Em ê du baregehên leşkerî herî mezin li ser xaka Grînlendayê ava bikin, lê ev girav jî dê weke beşek ji Qiraltiya Danîmarkayê ve bimîne.
Hemû dezgehên navnetewî gotinên Trump û mijara “du baregehên herî mezin li Grînlendayê” belav kirin, û gotinên Trump jî weke rastiyekê nayê gengeşkirin li ser gerdûnê belav kirin! Bêyî ku nihêrîna berpirsên fermî yên Danîmarkayê jî li ser xalên rêkeftê bi zelalî bibihîsin
Agahiyên nû yên ji hêla dezgehên fermî yên Danîmarkayê ve derdikevin holê û bi taybetî ji wezareta Derve ve xuya dikin, ku rêkeftina navborî behsa xalên hûrgilî û rênimayên riya pratîkê bo avakirina herdu baregehan nas dike hîn nehatine kirinê
Agahiyên ji hêla Danîmarkayê ve tên belav kirin, behsa hindek sedemên sirûştî û jîngeheparêzî yên herdu deverên nîşandar, dibêjin “belkî” baregehên navborî weke Trump diyar kiribû, ne herî mezin bin!
Weke tê zanîn, cihên herdu baregehên navkirî ev in, yekem : Li herêma Narasarsuaqê ye, ya ku li başûrê Grîlendê dikeve, û ya duyem jî bi navê Mestersvig e ku li rojhilat-bakurî Grîlendê dikeve. Bo nimûne: Herêma Mestersvigê weke devereke jîngehparêzî ji hêla Danîmarkayê ve hatiye binavkirin. Mestersvig weke parkeke niştimanî bo jîngehparêziyê li sala 1980î ve hatiye bijartin, û li wê derê, tenê stasyoneke biçûk bo çavdêriya sirûştî bi navê “Siriuspatrujlen” li ser xaka wê herêmê heye. “Siriuspatrujlen” amîrên pêşkeftî û modern bikar nayne, lê belê tîma stasyonê bi karwanên ku ji seg û erebeyên Eskîmo’yî çavdêriya herêmê dike, heta ku rewşa hestiyar a sirûştê û candarên li parka niştimanî ya Mestersvigê biparêz e.
Hêjayî gotinê ye ku herêma Mestersvigê ji geştiyaran re qedexe ye, da ku ajelên kovî, û zîndewerên herêmî li wê derê bi aramî jiyana xwe berdewam bikin. Hindek şertên dîtir bo parastina wê deverê jî derdikevin holê ku nabe hiç balefirek kêmtirî 500 metrî li ser xaka bejayî yan deriyayî nizimtir bifir e. Nabe hîç kes kampên xwe li wê derê veke, û qedexe ye çopên bermayî yên ji kes û amîran li ser axa wê deverê werin avêtin yan kom jî bibe. Hiç kes nikare seredana wê deverê bike, ger destûr ji hikumeta Grîlendê nestandiye.
Pirs ew e, Amerîka dê çawa baregeheke leşkerî herî mezin li ser vê xakê ava bike?
Derbarê vê mijarê de rojnameyeke Danîmarkî binavûdeng pirsek ji berpirên welatê xwe ku ew haydara rêkeftinê dikin, kir, û bersiva fermî ji wezareta derve wergirt. Wezareta derve ya danîmarkî dibêje: Raste, Danîmarka’yê û DYA bo avakirina baregehan li herdu deverên navlêkirî wajo kirine, lê me behsa hûrgiliyên berfireh ji liv û çawaniya baregeh tevbigerin, me hîn gengeş nekiriye, ji wan hûrgiliyan, divê DYA rêzê ji rêkeftina Çarçoveyî ku me û DYA di sala 1991ê de wajo kiribû bigire û DYA jî rêzê ji rêkeftina 2004an hatiye wajokirin ku em ê bi hev re behsa hevkariyên hevbeş bo parastina jîngehê, kêmkirina qezayan û wêrankiriyên sirûştî li Grînlendê were girtin.
Wezareta derve ya danîmarkayê, di dawiya, bersiva xwe de dibêje: Heta niha, me û DYA bi awayekî fermî û zelalî li ser astên qebare, teknîkî, û hûrguliyên dîtir bo avakirina herêmên berevane li wan herdu deveran gengeşe nekiriye.
DYA di bin serokatiya Donald Trump de bi awayeke “CowBoy”î gelek eniyên “şerî“ li ser xaka gerdûna me vekiriye. Hikumeta Donald Trump dixwaze hemû riyên navnetewî, çi dereyayî, çi bejayî di bin kontrola xwe de bike, û dirûşma “Amerîka berî her tiştî“ bi cih bike. Cihê Grînlendê ji aliyên leşkerî, emnî û aborî ve ji hêla DYAyê re pir girîng e. Dema meriv li nexşeya Grînlendê binêre dibîne ku hemû aliyên wî welatî ji hêla hêzên Amerîkî ve tê pêçandin.
Baweriya Donlad Trump bi şert û mercên jîngehparêziyê û Avûhewayê tune ye, ji bîra çavdêran neçûye, çawa wî fermana vekêşana Amerîka ji peymana Parisê ya ku di sala 2017an de ji hêla civaka navnetewî hatibû morkirin bo parastina Avhewayê, balkêş e.
Xuya ye, hikumeta Danîmarkayê bi cîgeha stratejî ya Grînlendê li ser asta navnetewî haydar bûye û bi taybetî hebûna wê giravê di pêşbirka û kontrolkirina dergeh û riyên bazirganiya navnetewî, hebûna kaniyên petrol û madeyên pir hestiyar de girîng e. Ev du-sê sal in Danîmarkayê jî plan û budçeya leşkerî pir zêdekiriye. Danîmarkeyê komek ji çekên pêşkeftî ji bo şerê li erd, derya û ezmanan daxwazkiriye û çêdike. Danîmarkayê hewl dide ku parastina Grîlendê ne tenê li ser stûyê DYA û wê ve be, lê ew dixwaza, rola hêzên ji Bloka Roavayî weke ji Fransa û Elmanyayê jî li bo parastina wê deverê hebin.
Şerê li ser Grînlendê, yê niha tê kirin , ew ne tenê di navbera welatên ku Bloka Rojava û bloka Rojhilat dipêçin digere, lê belê di nav endamên ku ji Bloka Rojava çêdibe jî heye.
