Ji Evîna Rojên Kevin Ez û Mihemed Arif Cizîrî

Ji aliyê Konê Reş – – Nûkirin: Şirove tune ye 7 deqe xwendin

Sebaretî min û Mihemed Arif Cizîrî/ Cizrawî; her ku bîna min teng dibe û xwe di nav tenêtiyê de dibînim, li kovara Hawar a Mîr Celadet Bedirxan an li dîwana Melayê Cizîrî vedigerim û pê re jî li dengê Mihemed Arif Cizîrî guhdarî dikim. Bi xwendin û guhdarîkirinê re bêhna min derdikeve û ew tenêtî û valahiya ku ez tê de me, ji hev belawela dibe. Erê, eger ez bi xwendina Hawarê re hunera nivîskarên pêşeng yên toreya Kurdî ya nûjen dibînim, belê bi xwendina helbestên Melayê Cizîrî re kûr û dûr diçim û pê re ala hezkirina Selmayê bilind dikim û bi guhdariya deng, awaz û gotinên stranên Mihemed Arif Cizîrî re li gelî, zozan û çiyayên Kurdistanê digerimm, di encam de bîna min fireh dibe, canê min rehet dibe û careke din li normaliya xwe vedigerim.

Bêguman her miletek bi navdarên xwe tê naskirin û dîroka gelan bi saya navdaran tê nivîsandin, çi di warê şer û cengê de be û çi di warê zanîn û pênûs û xamê de be. Mihemed Arif Cizîrî jî yek ji wan navdarên me ye. Di heyamê ku Zimanê Kurdî qedexe bû, kesî newêrîbû bigota ez Kurd im, wî, li seranserî 50 salî, jiyana xwe ji bo gotin û awazên strana Kurdî ya orjînal terxan kir û di wê navê re beşek ji folklorê me ji talanê parast.. Ew bû yê ku di mercên dijwar de, bi dûv gotina Kurdî ya resen de dibeziya, ew gotin di tûrêkê xwe de diparast û tovê wê di nav gel de belav dikir.

Mihemed Arif Cizîrî an Cizrawî: Di havîna 1912an de, li bajarê Cizîra Botan, taxa Mîr Elî, çav bi gewrika dinyê ketiye û di roja 17.12.1986an de li Başûrê Kurdistanê, bajarê Duhokê çûye ber dilovaniya Xwedê.

Dema ku ez li stranên wî guhdarî dikim, dem xwe dide alî û winda dibe. Sînor xwe ji nav nifşan vedidize û namîne û her tişt disekine; rojên îro, sibe û doh tev disekin in.. bi tenê gotin dimîne.. Gotina dîroka kul û derdan û kêf û şahiyan dimîne.. Xwe eşkere dike ku ew, siltanê demê ye.. Erê, gotin siltanê demê ye.. Nexasim dema ku strana Eyşana Elî, Xerabo, Bavê Fexro û Gula Etrûşî dibêje:

“Gulê mehrûmê, çiya bilind in.. Gulê.. Berfê spî kir.. Welle malxerabê, çawa qaz û qumriyan lê hêlîn çêkir.. Gelî gundiyan û cîranan, Gula Ertûşî ya min bû.. De çawa bi xelkê şû kir.. Gulê mehrûmê, çiya bilind in Gulê…”

Di Adara 1967an de, ez di qonaxa amadeyî de bûm li bajarê Qamişlo, dema ku M. Arif Cizîrî bi Trênê ji Mûslê hat Qamişlo, ji bo ku ahengekê li darxîne. Wan salan Trên di navbera Qamişlo û Mûsilê de diçû û dihat. Niha hin dibêjin evîndarê wî Bavê Mêvan pê re bû, lê ez bawer nakim. Yên ku pêşwaziya wî kirin Mihemedê Misto, Fexrî Alrawî û hin xortên Ermeniyan bûn. Li Hotêla Semîr Emîs radiza. Piştî hatinê bi rojekê ahengek dîrokî di seyrangeha Gerbîs ya havînî de ji xelkên Qamişlo re vejand. Ji ber ku axaftina xelkên Qamişlo ji niha bêtir bi zimanê kurmancî bû, cemawerekî mezin ji xelkên Qamişlo û gundên derdorê ji Kurd, Ermen û Siryan di ahenga wî de hazir bûn. Rê û rêwanî di seyrangeha Gerbîs de nema bû. Kolana seyrangehê jî, ji xort û naşiyên wek min hatibû dagirtin. Di wê ahengê de van hezkerên Mihemed Arif û strana Kurdî: Fexrî Alrawî, Hisên Sebrî xwediyê tomargeha Sony, Mihemed û Abdulayê Misto û çend xortên Kurdperwer baş xwe di ber vê ahengê de westandin. Dawî, ji bo mêvandariya wî, dilmaniyek ket navbera wan û evîndarên Mihmed Arif ji xortên Ermeniyan. Her rexekî dixwest Mihemed Arif mêvanê wî be!

Wan salan, ev dengbêj û hunermendên Kurd yên ku roja îro di nav gel de nav û deng dane, dikarim bibêjim nebûn. Aram di sala 1966an de çûbû Haystanê/ Ermenstanê. Mihemed Teyib Tahir (1946-2016), çûbû Libnanê, Seîd Yûsiv nû wek hunermendekî serê xwe hildida, Mihemed Şêxo nû dihat naskirin û ew naskirina gelêrî bi Mehmûd Azîz Şakir re cihê xwe baş di nav gel de negirtibû. Bi tenê ew çend malbat û kesên ku şahiyên zewac û kirîvantiyê bi dahol û zirnê, kemançe û tembûrê xweş dikirin hebûn. Jixwe ez wan dengbêjên ku di civak û odeyan de stran digotin jibîr nakim wek; Rifetê Darî, Helîmê Hiso, Silo Koro, Demir Elî, Evdilo û yên mayî.

Di wê şeva ahengê de Mihemed Arif gelek stranên xweş ji xelkên Qamişlo re gotin. Ji ber ku di wê şevê de hin baran li Qamişlo bariya, wî ev çend gotinên bi erebî, li dor hatina wê baranê gotin: “Ca meter ca meter derb elqamişliyê.. Anku Baran barî baran barî li Qamişlo”. Ta niha, ew hatina wî ketiye bîranînên xelkên bajarê Qamişlo de.

Di sala 1979an de, çûn û hatina di navbera Sûriyê û Îraqê de bi nasnameyê bû. Di havîna wê salê de ez û du hevalên xwe Abdulhekîm Huseynî û Beşîrê Kurikî wek geştyar çûn Kurdistana Îraqê. Dîtina Mihemed Arifê Cizîrî, Tehsîn Taha û Mihemed Tayyib Tahir û Îssa Berwarî daxwaza me bû. Seîd Yusif qewîtî li min kiribû ku ez Mihemed Teyib Tahir bibînim, hingê ew ji Beyrûtê zîvirîbû Duhokê. Em çûn Duhokê ji bo dîtina wan. Duhok bajarekî gelekî biçûk bû, wek gundekî mezin xuya dikir. Dîskotêkta Tehsîn Taha di sentera bajarê Duhokê de bû. Em çûn Dîskotêkta wî, me xwe pê da naskirin û got; Em ji Qamişlo ne, hatine ji bo dîtina te û Mihemed Arif, Îssa Berwarî û Mihemed Tayyib Tahir. Kêfa wî gelekî hat û ji bo her yekî ji me kasêtek stranên xwe diyarî me kir. Û got; Mihemed Arif li Bexdayê ye, belê hûn karin herin mala Mihemed Tayib Tahir li taxa Berojkê ye. Em çûn taxa Berojkê mala Mihemed Teyib Tahir, kebaniya wî bi zimanê Erebî ji me re got; Mihemed çûye Mûsilê ku şahiya hin malbateke Omerî vejîne. Mixabin ew derfeta dîtina Mihemed Arif, Îssa Berwarî û Mihemed Teyib bi dest me neket. Îro, dilşad û kêfxweş im ku, ez Mihemed Arif bi van çend gotinan bibîr tînim, dilê xwendevanên zimanê kurdî û evîndarên stranên wî xweş û geş dikim. Evin çend firdik ji strana (Bavê Seyro) ya ku ji Mihemed Arif Cizîrî fêr bûme û car caran wek bavê xwe, ji xwe re dinihirînim:

Li min lo lo li min lo lo li min lo lo..

Li min lo lo Bavê Seyro..!

Min Bavê Seyrana xwe dî li ser bênderê

Kum û kolozê xwe xwar kiriye

Pala xwe daye cencerê

Ez terka Bavê Seyrana xwe nakim

Heta li ser sînga min karê, karxezalê

Bibe zîqîna vê xincerê

Li min lo lo Li min lo lo..

Li min lo lo.. Bavê Seyro..

Neqeba min û bavê Seyro tak dîware

Pînkê lêxe bîne xware

Sîng û berê min karê, karxezalê

Tiberka mala bavê Kale..

Li min lo lo li min lo lo..

Li min lo lo Bavê Seyro..

Were Payîzê were! Were û êdî bes bîranînên me tev bide! Stranên me cemidî ne.. Awazên me ziwa bûne..! Êdî nema em karin bi şahî li Mihemed Arif Cizîrî û strana Eyşana Elî an li Kerabêtê Xaço û strana Lawikê Metînî an li Mihemed Şêxo û strana Nesrîn guhdarî bikin..! Were.. Were! Lê bes bîranînên me tev bide..! Were û bela Kevoka Aştiyê, bi nikilkê xwe şaxekî darzeytûnan di nav xelkên welatiyên me de bigerîne û ji wan re bibêje: Di erdnîgarî, ziman û kultura we de ye.

 

 

 

 

 

Konê Reş

Vî nivîskarî 46 nivîs weşandine.