Derûniya Mirov Û Hişê Çêkirî – HÇ (Artificial Intelligence – AI)

Ji aliyê Brahîm Alûcî – – Nûkirin: Şirove tune ye 27 deqe xwendin

Bi nêrîneke derûnkolerî (psychoanalysis)

Destpêk

Hişê Çêkirî – HÇ (AI)  vêga di jiyana rojane û di cihê kar de bi awayekî berfirehî tê bikaranîn. Amûrên HÇya afirîner (generative AI) di karîgeriyê (efficiency) de hewqasî sûd û feydeyan pêşkêş dikin ku redkirina wan hema hema bêje ne gengaz e. Lê li pişt vê bikaranîna bilezûbez pirs û girêkeke mezin heye: gava em erkên fikr û ramînê didin ser milê HÇê, çi tê serê hiş, jîrî, şarezabûn û hêz û şiyanên me yên venasînî (cognitive abilities)? Lêkolînên derûnnasiya venasînî (cognitive psychology) û derûnnasiya pîşesazî û rêxistinî (I/O psychology) nîşanî me didin ku bersiv ne zelal e. Bikaranîna berbiçav dikare fikr û ramana rexnegir (critical thinking), bîr û afirîneriyê qels bike. Bikaranîna birêkûpêk û bi zanebûn (deliberate use) dikare wan xurt bike. Mijara sereke ne ew e ka HÇ tê bikaranîn an na, lê ew e ka çawa tê bikaranîn?

Em ê bi nêrîneke derûnkolerî (psychoanalysis) li vê mijara ku îroro dinya kiriye mista xwe binêrin. Derûnnasiya venasînî ji me dipirse ka çi diqewime: kîjan hêz û şiyan qels dibin, kîjan xurt dibin, û di kîjan şert û mercan de. Derûnkolerî pirseke din lê zêde dike: çima mirov bi vî awayî HÇê bikar tîne? Kîjan arezû, daxwaz, rageşî, tirs û mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms) di pişt vê reftar û tevgerê de hene? Têkiliya mirov û HÇê çi cure têkiliyek e? Derûnkolerî li gorî vê nêrînê reftar û tevgera mirov tenê encama hesabê aqilî nîne. Ew herwiha encama hêman û pêkhateyeke derûnî ya kûr e ku bi arezû û daxwazên derhişî (unconscious), bi rageşî û tirsên ku em wan nas nakin û bi dîroka me ya bi heyberên girîng re tê şemilandin.

Divê di destpêkê de tiştek were diyarkirin ku têgehên derûnkolerî ne encama lêkolînan in. Ew çarçoveyeke têgihîştinê ne, ji bo ku em mebesta vê nivîsê bi awayekî din bifikirin. Ji ber vê yekê her cihê ku ez şîroveyek derûnkolerî pêşkêş dikim, ew şîroveya teorîk û bîrdozî ye û ne delîl û îsbatkirineke zanistî ye. Gelek derûnkoler (psychoanalyst) jî bi xwe bi rexneyên bi hêz re rû bi rû ne, bi taybetî ji ber ku gelek têgehên wê zor û zehmet e bi ceribandinan werin ceribandin. Ji ber vê yekê divê ev xwendin weke lensekê were girtin ku tiştên balkêş nîşanî me dide, ne weke rastiyek ku li şûn û dewsa delîlan tê danîn.

Rêgeza Kêfê û Rêgeza Rastiyê: Çima Em Barê Ramînê (Venasînî) Dihêlin

Sigmund Freud derûna mirov wiha rave kir ku du prensîb wê birêve dibin. Ya yekem rêgeza kêfê (pleasure principle) ye. Ew li kêmkirina nerehetiyê û bidestxistina têrbûna tavilê digere. Ya duyem rêgeza rastiyê (reality principle) ye. Ew rastiya cihana derve li ber çavan digire, kêfê paşve dixe, û dikare hewldana ji bo armanceke dûrtir tehemûl bike. Pitikek tenê li gorî rêgeza kêfê tevdigere: dema birçî ye, tavilê heyber û tiştekî dixwaze. Kamilbûn bi vî awayî ye ku mirov hêdî hêdî fêr dibe bisekine, hewl bide û nerehetiyê bi xwe re hilgire.

Çilmisokên venasînî (cognitive misers): Ev têgeh dibêje ku mêjiyê mirovan bi siruştî û xwezayî meyleke wê heye ku riya herî hêsan hilbijêre. Heke erkeke bi hewldaneke venasînî ya kêmtir bê bicihanîn, em bi gelemperî wê riyê hildibijêrin. Ji nêrîna derûnkolerî, ev meyl ne tenê xalek aborî û ekonomîk a mêjî ye. Ew weke xebata rêgeza kêfê di warê fikr û ramînê de jî tê dîtin: mirov ne tenê vejen û enerjiyê, lê nerehetiya ku di hewldanê de heye jî dixwaze ji xwebûna xwe dûr bixe.

Barkirina venasînî (cognitive offloading) heyber û tiştekî gelekî siruştî û normal e. Em her tim erkên venasînî dispêrin amûran, ji tomarkirina hejmarên têlefonê heta nivîsandina bîranînan di salnameyê de. Gava mirov hejmarekê di têlefonê de tomar dike, vejen û enerjiya xwe ji bo karekî din hiştiye ango parastiye. Di zimanê derûnkolerî de, Ezî (ego), ya ku di navbera arezû û daxwazên hundirîn û rastiya derve de navbeynkar e, ji bo erkên girîngtir sermayeya xwebûna xwe diparêze. Ev ne nexweşî ye, ev hiş û jîriya derûnî ye.

Pirs û girêk dema dest pê dike ku barkirin ji erkên bîrê berbi erkên bingehîn ên mirovî ve diçe, weke fikr û ramana rexnegir, dadwerî (judgment) û afirandinê. Di vê rewşê de HÇ ne tenê amûrek e. Ew dibe riyeke bilez a têrkirina rêgeza kêfê: bersiva tavilê, bêyî nerehetiya nezanînê û bêyî derengmayînê. Lêkolîna li ser barkirina bîrê vê yekê bi mînakek hêsan nîşanî me dide. Dema mirov lîsteyeke kirînê dinivîse û wê bi xwe re dibe sûk û dikanan, barkirin kêrhatîbûnê baştir dike. Lê heke ew lîste li malê bimîne, kes ji berê kêmtir tiştan bi bîr tîne ji kirdeyê ku tenê pişta xwe daye bîr û hafizeya xwe. Mînaka GPSê jî heman tiştî dibêje. Lêkolîn dibêjin bikaranîna GPSê bi hesta alî (sense of direction) ya qelstir ve girêdayî ye, û ev qelsbûn bi demê re çêdibe. Em dibin rêwiyên berbiçav ên ku rêwerzan dişopînin bêyî ku agahiyê pêvajo bibîrbînin.

Ji nêrîna derûnkolerî, çima gava amûr ji destê me diçe hewqasî bê hêz dimînin? Ji ber ku hêz û şiyana ku wê li şûna amûrê bikira, tucarî bi hewldanê nehatiye avakirin. Barkirin ne tenê karekî ku hatiye girtin, lewre wê derfeta ku mirov bi hewldanê ava bike jî ji holê rakir. Ev li gorî rêgeza kêfê rehet e, lê li gorî rêgeza rastiyê bihayekî wê heye, ku ev biha bi demê re diyar dibe.

Fikr û Ramîn Weke Encama Tehemûlkirina Nebûnê: Nêrîna Bion

Wilfred Bion, derûnkolerê Brîtanî, ji bo fêm û têgihîştina vê mijarê gelek bikêr e. Bion fikirî ku ramîn ji ezmûna nebûn û hêrsbûnê (frustration) çêdibe. Pitik dema pêdiviyekê wê/wî hebe û ew tavilê neyê têrkirin, du riyên wî/wê hene. Ew dikare bi her awayî ji vê nerehetiyê bireve an jî ew dikare wê tehemûl bike û bi alîkariya dayikê wê vebiguherîne heyber û tiştekî ku jê re fikir û ramîn tê gotin. Li gorî Bion, kapasîteya fikr û ramînê tam ji vê tehemûlkirina nebûnê tê. Heke her nerehetî tavilê were bes û rakirin, derfeta ku mirov fikr û ramanê ava bike jî ji holê tê winda kirin.

Ev nêrîn bi lêkolîna Shiri Melumad a Zanîngeha Pennsylvania re bi awayekî balkêş li hev tê. Di ceribandinên wê de, beşdaran li ser mijareke lêkolîn kirin, mînak çawa baxçeyeke sebzeyan bihêwirin, û paşê ji bo hevalekî xeyalî şîret nivîsandin. Kirdeyên ku amûrên HÇê bikar anîn dem û hewldana kêmtir xerc kirin û şîretên kurttir û kêmzanyartir nivîsandin. Xwendevanan jî şîretên van kesan kêmtir kêrhatî û kêmtir pêbawer nirxandin, li gorî yên kirdeyên ku bi xwe li înternetê lêkolîn kiribûn. Mirov çêtirîn fêr dibe dema ew di lêgerîna çalak, çareserkirina pirs û girêkan û çêkirina wateyê (sensemaking) de tevlê dibe û hewl dide. Kurteya ku HÇ dide, vê pêvajoyê li şûna mirov dike û fêrbûnê ji çalakiyê vediguherîne wergirtineke berbiçav û heyberî.

Bi dîtina Bion, ew hewlda ku mirov bi xwe dike, tam ew nerehetiya hilberîner e ku fikr û ramînê çêdike: nezanîna demkî, lêgerîna ku tavilê encam nade, û hewldana ku çareseriyê ava bike. Dema HÇ vê nerehetiyê ji holê radike, dibe ku ew ne tenê wext û demê kurt bike, lê fêm û têgihîştina ku ji wê nerehetiyê çêdibû jî ji holê rake. Ev yek rave û şîrovekirineke teorîk e, lê ew bi çend encamên ceribandinî re ahengekiyeke xweş çêdike.

Lêkolîna MITê jî li vir cihê xwe digire. Lêkoleran bi elektroensefalografiyê (EEG) çalakiya mêjî di dema nivîsandina lêkoleran de pîvandin. Beşdarên ku bi MZMê (large language models, LLMs) nivîsandin, di dema erkê de tevlêbûna noroyî (neural connectivity) ya qelstir nîşan dan, li gorî yên ku motora lêgerînê an tu amûrek derxweyî bikar neanîbûn. Lê divê bê gotin ku ev dîtin hîn ne hatine nirxandina hevpîşeyan (peer review), ji ber vê yekê divê bi baldarî bên girtin û pejirandin. Bi zanîna li ser nermbûna noroyî (neural plasticity), ya ku ji mêjî re dibêje ew li gorî serpêhatî û ezmûnan vediguhere, em dikarin fêm bikin çima ev pirs girîng e. Lê hed û sînorên vê lêkolînê û pirsên bêbersiv hîn tên lêkolînkirin û em nikarin li ser bingeha wê encamên xwe qewî û xurt bikin/derxin.

Fantaziya Hêzdariyê û Pişta-Xwe-Dayîna Li “Kirdeyê Ku Tê Texmînkirin Dizane”

Derûnkolerî behsa fantaziya hêzdariya bêsînor (omnipotence fantasy) dike. Ev arezû û daxwaza kevnar a derûnê ye ku mirov bi hewldaneke kêm û hindik her tiştî bizanibe û bike. Zarok di destpêka jiyana xwe de wisa hîs dike ku bi tenê xwestin dikare cihanê vebiguherîne. Kamilbûn tê wateya ku ev fantazî hêdî hêdî bi tixûb û sînorên rastiyê re tê rûbirûkirin. Lê ew tucarî bi tevahî nemire. Ew di gelek şêweyan de dimîne, di xewnan de, di dilşadiyên derhişî de û niha di têkiliya me ya bi teknolojiyê re.

HÇ vê fantaziyê bi awayekî xurt hêsantir dike. Pirsek, bersivek û serkeftin tê hîskirin. Mirov dikare bi çend çirkeyan nivîsekê, lêkolînekê an plansaziyekê vebigire/jêbistîne, bêyî hewldana ku di bin vê encamê de heye kişandibe. Ev tiştek e ku qebûlkirina wê ne zehmet e, lê xetera wê ew e ku mirov dikare weke ku bi xwe kiriye hîs bike. Wê demê dadweriya me ya li ser hêz û şiyana xwebûna me têk diçe.

Derûnkoler Lacan têgeheke din jî bikar tînin: kirdeyê ku tê texmînkirin dizane (subject supposed to know). Ev têgeh behsa wê meyla mirov dike ku takekesek an heyberek (tiştek) bi zanîna bêkêmasî texmîn bike û pişta xwe bide wî/wê. Weke nexweşê ku bijîjkê xwe wisa dibîne ku her tiştî dizane an xwendekarê ku mamosteyê xwe wisa dibîne. HÇ dikare bibe cihê vê texmînê, ji ber ku ew bi lezûbez û bi pêbawerî û bi zimanekî xweş bersivan dide. Dema bersiveke destpêkê ya HÇê hebe, ew dikare bibe sedema lengerandinê (anchoring) ango rewşa ku tê de bersiveke yekem fikr û ramîna siberojê şemal dike. Mirov ne tenê bersivê distîne, dest bi fikr û ramînê ji wê xalê dike.

Gerlich ji bo vê pirsgirêkê, rêgezekê pêşniyar dike. Li şûna ku mirov ji destpêkê ve hemû agahiyê bide HÇê, divê ew pêşî bi xwe li ser pirs û girêkê bifikire. Piştî ku bi serê xwe gihîşt bersivekê, ew dikare hem pirs hem jî çareseriya xwe bide HÇê û ji wê nêrînê (feedback) bixwaze. Bi zimanê derûnkolerî, ev tê wateya berevanî û parastina serxwebûna Eziyê (ego autonomy) û xwebûna xwe. Mirov pêşî bi xwe fikir û ramana xwe ava dike û paşê hêzeke derve vedixwîne ku wê ceribîne, ne ku fikr û ramîna xwebûna xwe bi tevahî ji wê re bihêle. Di ceribandina Gerlich de, beşdarên ku bi pirsên birêkûpêk (structured prompts) HÇ bikar anîn, ji nirxdarên pispor xalên herî bilind wergirtin. Ev nîşanî me dide ku dema têkiliya bi HÇê re bi awayekî hevkar tê avakirin, ne bi awayekî rizgarker, encamên baştir derdikevin.

HÇ Weke Heybereke Derbasbûnê: Nêrîna Winnicott

Donald Winnicott têgeha heybera derbasbûnê (transitional object) pêşkêş kir. Ev hyber û tiştek e ku zarok, weke pîrikeke yan perçeyeke betaniyê, bi wê re ji girêdana bi dayikê ber bi serxwebûnê ve diçe. Ev heyber cihê navbera “ezî” û “nizimeziyê” ye. Girîngiya wê ew e ku zarok pê re hêdî hêdî fêr dibe ku tenê bimîne. Heybereke baş zarokan neçar nake ku bi wê ve girêdayî bimîne, û di demê de ew tê bihêlin, bêyî ku trawmayeke çêbibe.

Em dikarin HÇê di vê çarçoveyê de bifikirin. Heke ew weke alîkarek tê bikaranîn ku mirov bi wê re xwebûna xwe pêş dixe, bi wê fêr dibe, û di demê de dikare bêyî wê jî bixebite, ew dikare weke heybereke derbasbûnê kar bike. Karmendê ku HÇê ji bo rêzkirin, lêgerîn û helandina agahiyê bikar tîne, û wext û enerjiya ku jê dimîne ji bo fikr û ramîna asta bilind xerc dike, wê bi vî awayî bikar tîne. Lê heke ew ji ber hewcedariya bi tirs û rageşiyê bikar bê, ew dibe heybereke girêdanê ku mirov bêyî wê nikare tiştekî bike.

Mînaka kolonoskopiyê li Polonyayê li vir girîng e. Di ceribandineke xwezayî de ango lêkolîneke cihana rastî ya ku guherînên jixwe pêkhatî temaşe dike, lêkoleran pîvandin ka bijîjk çiqasî baş dikarin polîpan bêyî alîkariya HÇê tespît bikin. Rêjeya tespîtkirinê di 3 mehên piştî danasîna pergala HÇê de ji %28,4ê daket %22,4ê ango 6 puan jê daket. Ji nêrîna derûnkolerî, ev dikare weke cûreyek regresyonê were şîrovekirin: vegera ber bi rewşeke ku tê de Ez bêyî alîkariyê êdî bi xwe û ji xwe bawer nake û hêza ku berê hebû bi kar nayne. Lê ev şîroveya teorîk e. Delîlên lêkolînê tenê daketina tespîtkirinê nîşanî me didin, û sedemên wê dikarin gelek bin.

Macnamara, ya ku bi fînansmana Weqfa Zanistê ya Neteweyî (National Science Foundation) vê mijarê di radyolojiya bi alîkariya HÇê û cerahiya laparoskopîk de lêkolîn dike, sê pirsan dike. Gelo jîrî û şareziyek ku jixwe hatiye fêrbûn, bi alîkariya HÇê dibe sedema qelsbûnê? Gelo bijîjkên ku bi HÇê têne perwerdekirin jîrî û şareziyê bi heman awayî fêr dibin weke yên bêyî wê? Gelo bikaranîna HÇê dike ku bijîjk li ser hêz û şiyanên xwe pir bi xwe û xwebûna xwe bawer bibin? Pirsa sêyem bi taybetî ji nêrîna derûnkolerî balkêş e. Baweriya zêde bi xwe, bi xwebûna xwe, dema ku bi rastiya hêz û şiyanê re li hev nayê, dikare weke cûreyek narsîsîzma (narcissism) hêzdariyê were dîtin: wêneyeke mezinkirî ya xwebûna xwe ya ku ji alîkariya amûrê tê, lê weke hêza xwe tê hîskirin.

Banvenasînî Weke Hêza Eziyê

Derûnkolerî ji bo Eziyê gelek erk û wezîfeyan destnîşanî me dike: ceribandina rastiyê (reality testing), tehemûlkirina neyînî û nerehetiyê û navbeynkariya di navbera arezû, daxwaz û rastiyê de. Eziyeke xurt dikare rastiya xwebûna xwe bibîne, sînorên xwe nas bike û biryarên guncav bide. Eziyeke qels an ji hêla arezû û daxwazan ve tê vegirtin an ji hêla tirs û rageşiyê ve.

Banvenasînî (metacognition) ango “fikr û ramîna li ser fikr û ramîna xwe û xwebûna xwe”, bi çavdêriya xwebûna xwe (self-observation) ya Eziyê re pir nêz e. Kirdeyê xwediyê vê hêz û şiyanê dizane kengî pêdiviya wî/wê bi alîkariyê heye û kengî divê bi serê xwe bifikire. Ew dikare çavdêriya pêvajoya fikr û ramîna xwebûna xwe bike û biryarê bi serê xwe bide.

Lêkolîna Lu ji MITê û hevkarên wî vê yekê bi awayekî balkêş nîşanî me dide. Wan 250 karmendên fîrmayeke şêwirmendiya teknolojiyê li Çînê lêkolîn kirin. Karmend bi awayekî tesadûfî hatin veqetandin: hinan ji bo hefteyekê carekê gihîştina ChatGPT wergirt, hinan jî bêyî wê xebitîn. Xebata karmendên ku gihîştina ChatGPT hebû, ji hêla rêvebir û nirxdarên derxweyî ve afirînertir hate nirxandin, bi taybetî dema wan karmendan xalên bilind ên hêz û şiyanên banvenasînî jî hebûn. Van karmendan bêtir bikarhênerên baş ên HÇê bûn ji bo geşedana fikir, raman, guhertina navbera dîtinan û vegerandina agahiyên bikêrhatî.

Bi zimanê derûnkolerî, ev tê wateya ku Eziya xurt û qewîn dikare HÇê weke amûrek bikar bîne, lê Eziya kêm û qels dikare ji aliyê wê ve were bidestxistin. Ev şîrovekirineke teorîk e, lê ew ravekirineke bikêrhatî dide me ka çima heman amûr hinan hêzdar dike û hinan jî qels dike. Cudahî ne di teknolojiyê de ye, lê di kirdeyê ku wê bikar tîne de ye.

Ramana Rexnegir û Bilindezî

Ramana rexnegir (critical thinking) bi dengê navxweyîn (hundirîn) ê rexnegir re têkildar e. Ew ne tenê wergirtina agahiyê ye, lê nirxandin, pirsîn û kontrolkirina rastiya wê ye. Di derûnkoleriyê de beşek ji vî dengî bi Bilindeziyê (superego) ve girêdayî ye, ya ku standardên me yên sinc û exlaqî û rexnegir nîşanî me dide. Gava mirov nirxandina xwe dispêre HÇê, ev dengê hundirîn dikare qels bibe, ji ber ku nirxandin êdî ne ji hundir lê ji derve tê.

Ev bi lêkolîna Microsoft û Zanîngeha Carnegie Mellon re li hev tê. Di lêkolîna 319 karmendên zanînê de, beşdarên ku baweriya wan bi HÇya afirîner bêtir bû, gotin ku dema wan HÇ ji bo erkan kar bikar dianî, kêmtir ramana rexnegir dikirin. Van erkan geşedana raman, fêrbûna mijarên nû û wergirtina rênîşandanê di dema biryardanê de digirtin nava xwe. Piraniya têkiliyên di navbera mirov û HÇya afirîner de yên danûstandinî ne: tu pirsekê dikî, tu bersivê distînî û tu diçî pêş. Ev cûreyên têkiliyê bêtir dibin sedema pêşiya venasînî (cognitive atrophy), ne ku geşedana venasînî.

Zanîn û ezmûna berê jî girîng e. Pispor bi giştî çêtir amade ne ku encamên HÇê bi rexneyan binirxînin, dema ku destpêker (novices) dibe ku têkevin zehmetiyê. Parêzerekî ezmûnkar ku HÇê bikar tîne ji bo dîtina encamên nû, dikare ramîna çewt çêtir tespît bike ji xwendekarekî ku di sala yekem a hiqûqê de ye. HÇ dikare mîna stajerekî xebatê piştgirî bike, lê ew nikare dadweriya pêwîst ji bo dîtina xeletiyan vebiguherîne. Ji aliyê derûnkolerî ve, ev tê wateya ku Eziyeke ku dem û ezmûn ji bo avakirina xwebûna xwe wergirtiye, û Bilindeziyeke ku rexnegirî di wê de bi cih bûye, çêtir dikare bi amûrê re bixebite. Destpêker hîn ev binyat avanekiriye, ji ber vê yekê ew bêtir di xeterê de ne.

Ramana Resen û Orîjînal û Berzkirin

Hêz û şiyana HÇê ya berhevkirina zanîna heyî û hêz û şiyana mirovan a fikr û ramîna resen û orîjînal. Piraniya pisporan li ser li hev dikin ku pergalên HÇ ên îro di sazkirina zanîna heyî de pir jîr û şareza ne, lê nikarin serpêhatiyên rastî yên nû (true breakthroughs) biafirînin. Mînaka sereke ya “ji şemalê heta lambeya elektrîkê” (candle to light bulb) e. Heke tu ji HÇê bixwazî şemalekê baştir bike, tu yê şemalekê bistînî ku bêtir û dirêjtir dişewite, kêmtir lê xerc dibe û mihtemela herî baş sêwirî be. Lê HÇ wê gaveke weke ji şemalê ber bi lambeya elektrîkê ve neavêje. Ev fikr û ramîna li derveyî çarçoveyê ye, ya ku HÇya li ser naskirina şêwazan (pattern recognition) hatiye avakirin nikare bike.

Derûnkoleriya afirîneriyê bi berzkirinê (sublimation) ve girêdide. Berzkirin ew mekanîzmaya derûnî ye ku tê de enerjiya arezû û daxwazên ku dibe ku rasterast neyên têrkirin, bi şêweyekî civakî qebûlkirî û afirîner tê veguherandin, weke huner, zanist an ramana nû. Li gorî vê nêrînê, afirînerî ji nakokî (conflict), ji nezanînê û ji pêwendiya bi derûna navxweyîn (hundirîn) re tê, ne tenê ji berhevkirina agahiyê. Ev dikare ravekirinek be ka çima afirîneriya rastîn a mirovan tiştek e ku HÇ nikare bi tevahî vebiguhezîne. Pergaleke ku ji daneyan fêr dibe, bê dîrokeke daxwazî, bê nakokî û bê hewcedariyên mirovî, dikare tiştên balkêş çêbike, lê ew ne bi heman rêyê tê afirandinê.

Ev ne tê wê wateyê ku HÇ bêqedrûqîmet e. Ew di berhevkirin û sazkirina zanîna heyî de pir baş e. Tiştê ku divê em jê hay bin ev e: heke mirov tevahiya karê fikr û ramînê, tevî beşa ku ji nakokî û hewldanê çêdibe, bavêje ser milê HÇê, dibe ku ew hêdî hêdî hêz û şiyana xwe ya afirandin û nûjeniyê winda bike. Pisporan tirs û rageşiyên wan hene ku ev dikare bibe kêmbûna hevpar (kolektîf) a afirîneriya mirovî. Dema pirsgirêkên bi tevahî nû derdikevin, weke derketina vîrûsek nû ya koronayê, pêwîst e afirîneriya mirovan têr û tûj be ku wan çareser bike.

Rêxistin û Mekanîzmayên Berevaniyê yên Hevpar

Rêxistin jî dikarin bi nêrîna derûnkolerî werin vedîtin. Lêkolerên vê mijarê destnîşanî me dikin ku gelo HÇ dê bibe sedema geşedana hêz û şiyanan (upskilling) an windakirina wan (de-skilling), ev ne pir bi teknolojiyê bixwe ve girêdayî ye, lê bêtir bi pergalên handan û teşwîqan ên rêxistinan ve girêdayî ye. Norm û rêzikên xebatê, ewlehiya derûnî (psychological safety) û handan û teşwîqên performansê biryarên takekesî li ser bikaranîna HÇê şemal dikin.

Bêyî rênîşandaneke zelal, karmendên bi barê kar ê giran û yên ku ditirsin karê xwe winda bikin, dibe ku ber bi HÇê ve herin ji bo piştgirî an ji bo bidestxistina berjewendiyeke pêşbaziyê. Ji nêrîna derûnkolerî, ev tirs û rageşî dikare weke mekanîzmayeke berevaniyê were fêm kirin: piştaxwedayîna HÇê ji bo dûrketina ji tirs û rageşiya windakirina kar, ji bêhêziyê an ji nepêbaweriya li ser siberojê. Hinek karmend bi vî awayî naveroka bi HÇê hatî hilberandin tînin, lê takekes ne pêbawer e ka ew çawa tê bikaranîn û nirxandin. Ev rewşek e ku tê de rêxistinê bi hemû tirs û rageşî û nezelaliya xwe bi awayekî derhişî dixe ser milê teknolojiyê.

Heke rêxistin tenê leza hilberînê xelat bike, ew bi rastî arezû û daxwaza kêfa kurtedemê ango rêgeza kêfê, bi hêz dike û kalîteya fêrbûnê ya ku bi demê re tê avakirin tê tepisandin û paşguhkirin. Mirov dibe ku bixwazî şareziya xwe ya rexnegir pêşve bibî, lê tu ji bo wê tê cezakirin. Heke balkêşî li ser karîgeriyê be, ne li ser kalîteyê, HÇ dikare encamên bilezûbez û qebûlbar lê navêncî biafirîne û bi demê re ev mihtemel e ku hem çanda şîrketê hem jî qezenca dawîn xera bike.

Têgeha ewlehiya derûnî (psychological safety) bi têgeha Winnicott a hawîrdora berevaniyê (holding environment) re pir nêz e. Winnicott dibêje ku zarok dema di hawîrdoreke ewle de ye, ku tê de dayîk ne bi tevahî bêkêmasî ye lê bi qasî têrê bike baş e, dikare bi azadî bigere, xeletiyan bike û fêr bibe. Karmendek jî dema ku bi tirs û rageşiya cezakirinê re rû bi rû nîne dikare bi HÇê bi awayekî bi hizir û raman biceribîne. Bê wê hawîrdorê, ceribandin weke xeter û metirsî tê dîtin û mirov berbi riya herî ewle ve diçe, ya ku pirî caran riya berbiçav e.

Dahûrîna erkî (task analysis) jî bi vê nêrînê re têkildar e. Ev rêbaz erkan tenê hewce ne werin têkûzkirin, weke amadekirina memoyên hiqûqî yên rûtîn, ji erkên ku fêrbûna bingehîn tê de heye, weke analîzkirina qanûnên dozan ji bo avakirina argumaneke hiqûqî, vediqetîne. Bi zimanê derûnkolerî, ev weke rêbazekê tê dîtin ku Eziya ji barê zêde diparêze û derfeta fikr û ramîna kûr diparêze û herwiha sînor datîne ku bi arezû û daxwaza kêfa tavilê neyê bi dest xistin.

Geşedana Hêz û Şiyanan (Upskilling) an Windakirina Wan (De-skilling)

David Evans ji Microsoftê, derûnnasekî civakî ku lêkolîna bazarê dike, dibêje HÇ bi qasî ku dibe sedema windabûna şiyanan (de-skilling), dibe sedema geşedanan hêz û şiyanan (upskilling) jî. Mirov jîr û şareze ye ku kêmtir bikar tîne bi ya din re vediguherîne ku dixwazê pêşve bibe. Bi vî awayî em dikarin şopa meraqa xwe bişopînin ji bo fêrbûn û geşedana hêz û şiyanan bi awayên ku berê ne gengaz bûn.

Ji aliyê derûnkolerî ve, meraq (curiosity) li vir hêmana navendî ye. Ew hêza hundirîn e ku mirov ber bi nezanînê ve dibe, ne ji ber ku neçar e, lê ji ber ku dixwaze. Di zimanê têgehên lêkolînê de ev bi handana navxweyî (intrinsic motivation) re têkildar e. Karmend bêtir amade ne HÇê weke amûrekê ji bo kamilbûnê bipejirînin dema karfermayan derfetên fêrbûn û geşedanê pêşkêş dikin, û dema dem, ewlehiya derûnî û handan û teşwîq ji bo ceribandina bi hizir (ramîn) tê dayîn.

Lê tutişt ne otomatîk e. HÇ bi serê xwe nabe sedema ku mirov jîrî û şareziyên nû ava bike. Heke mirov barkirî be an pest û fişarê hest bike ku tenê bêtir hilberîne, HÇ dê ji bo bilezkirina xebata heyî were bikaranîn. Biryara windakirina şiyanan an geşedana şiyanan di dawiyê de bi takekesan ve jî girêdayî ye. Takekesek dikare HÇê ji bo rêzkirin û pêşengîdayîna e-nameyan bikar bîne û dema ku bi vî awayî xilas dike ji bo fêrbûna tiştekî nû, weke çûna kursa dirûtinê digel keça xwe, bikar bîne. Dema em diçin moda berbiçav a wergirtinê li şûna hilberandinê, giştiya jêhatîbûna me dest pê dike xera dibe.

Ji aliyê derûnkolerî ve, em dikarin bibêjin ku ev hilbijartin dîsa cudahiya navbera du awayên têkiliyê ye. Yek, têkiliyek ku li ser tirs û rageşî, bilezkirin û dûrketina ji nerehetiyê hatiye avakirin. Ya din, têkiliyek ku li ser meraq, tehemûl û daxwaza kamilbûnê hatiye avakirin.

Encam

Lêkolînên heyî nîşanî me didin ku HÇ ne bi siruştî û xwezayî ji hêz û şiyanên mirovî re xeter e û ne jî bi siruştî û xwezayî sûdewer e. Encam bi awayê bikaranînê ve girêdayî ye. Xwendina derûnkolerî vê yekê kûrtir dike: awayê bikaranînê bi xwe jî ne tesadûfî ye, ew ji hêla arezû, daxwaz, tirs, rageşî û avahiyên derûnî yên takekes û rêxistinan ve tê şemilandin.

Bikaranîna berbiçav û danûstandinî, ya ku tenê pirsekê dike û bersivê distîne, dikare fikr û ramana rexnegir, bîr û tevlêbûna noroyî qels bike. Ji nêrîna derûnkolerî, ev bi rêgeza kêfê, bi fantaziya hêzdariyê û bi piştaxwedayîna li ser kirdeyê ku tê texmînkirin dizane re têkildar e. Ew rê dide ku mirov ji nerehetiya nezanînê bireve, ya ku li gorî Bion bingeha fikr û ramînê ye.

Bikaranîna bi zanebûn, ya ku pêşî bi serê xwe difikire, pirsên taybet dike û ji HÇê nêrînê dixwaze, dikare afirînerî û ramana rexnegir xurt bike. Ev Eziyeke xurt û banvenasîneke bilind hewce dike, ya ku dikare HÇê weke heybereke derbasbûnê bikar bîne, ne weke heybereke girêdanê. Karmendên bi banvenasîna berz vê yekê çêtir dikin, lê destpêker pêdivî bi rênîşandan û perwerdehiyê hene.

Rêxistin jî berpirsiyar in. Heke ew norm û sînorên zelal deynin, dem û ewlehiya derûnî ji bo fêrbûnê peyda bikin û erkên rûtîn ji erkên fêrbûnê veqetînin, ew dikarin hawîrdoreke berevaniyê biafirînin ku tê de HÇ bibe alîkarê geşedanê. Heke ew tenê lezûbeza hilberînê xelat bikin, ew bi xwe tirs, rageşî û kêfa tavilê xurt dikin û ev bi demê re hêz û şiyana hevpar (kolektîf) a karmendan qels dike.

Takekes jî divê haydar bin ka çi bar dikin û çiqasî ji fêrbûna wan berbiçav dibe. Herwiha, hem HÇ û hem jî mirov xwedî xurtiyên xwe ne. HÇ di berhevkirina zanîna heyî de baş e, lê afirîneriya rastî ya mirovan ji bo çareserkirina pirsgirêkên nû hîn jî pêwîst e. Di dawiyê de, pirsa girîng ne tenê ew e ka HÇ tê bikaranîn an na, lê ew e ka mirov bi çi arezû û daxwaz, çi tirs û rageşiyê û çi awayî wê bikar tîne. Bersiva vê pirsê, biqasî ku ji teknolojiyê tê, ji me bi xwe jî tê.

Çavkanî

Budzyń, K., Romańczyk, M., Kitala, D., Kołodziej, P., Bugajski, M., Adami, H. O., Blom, J., Buszkiewicz, M., Halvorsen, N., Hassan, C., Romańczyk, T., Holme, Ø., Jarus, K., Fielding, S., Kunar, M., Pellise, M., Pilonis, N., Kamiński, M. F., Kalager, M., . . . Mori, Y. (2025). Endoscopist deskilling risk after exposure to artificial intelligence in colonoscopy: A multicentre, observational study. The Lancet Gastroenterology & Hepatology, 10(10), 896–903. https://doi.org/10.1016/S2468-1253(25)00133-5

Dahmani, L., & Bohbot, V. D. (2020). Habitual use of GPS negatively impacts spatial memory during self-guided navigation. Scientific Reports, 10, Article 6310. https://doi.org/10.1038/s41598-020-62877-0

Gerlich, M. (2025). From offloading to engagement: An experimental study on structured prompting and critical reasoning with generative AI. Data, 10(11), Article 172. https://doi.org/10.3390/data10110172

Grinschgl, S., Papenmeier, F., & Meyerhoff, H. S. (2021). Consequences of cognitive offloading: Boosting performance but diminishing memory. Quarterly Journal of Experimental Psychology, 74(9), 1477–1496. https://doi.org/10.1177/17470218211008060

Kosmyna, N., Hauptmann, E., Yuan, Y. T., Situ, J., Liao, X.-H., Beresnitzky, A. V., Braunstein, I., & Maes, P. (2025). Your brain on ChatGPT: Accumulation of cognitive debt when using an AI assistant for essay writing task [Preprint]. arXiv. https://doi.org/10.48550/arXiv.2506.08872

Lee, H.-P., Sarkar, A., Tankelevitch, L., Drosos, I., Rintel, S., Banks, R., & Wilson, N. (2025). The impact of generative AI on critical thinking: Self-reported reductions in cognitive effort and confidence effects from a survey of knowledge workers. In Proceedings of the 2025 CHI Conference on Human Factors in Computing Systems. ACM. https://doi.org/10.1145/3706598.3713778

Melumad, S., & Yun, J. H. (2025). Experimental evidence of the effects of large language models versus web search on depth of learning. PNAS Nexus, 4(10), Article pgaf316. https://doi.org/10.1093/pnasnexus/pgaf316

Miola, L., Muffato, V., Sella, E., Meneghetti, C., & Pazzaglia, F. (2024). GPS use and navigation ability: A systematic review and meta-analysis. Journal of Environmental Psychology, 99, Article 102417. https://doi.org/10.1016/j.jenvp.2024.102417

Sun, S., Li, Z. A., Foo, M.-D., Zhou, J., & Lu, J. G. (2025). How and for whom using generative AI affects creativity: A field experiment. Journal of Applied Psychology, 110(12), 1561–1573. https://doi.org/10.1037/apl0001296

Termên Sereke

Rêgeza kêfê (pleasure principle): Rêgeza Freud a ku derûna mirov li kêmkirina nerehetiyê û bidestxistina têrbûna tavilê digere. Pitik bi vî awayî tevdigere.

Rageşî (anxiety) Hesteke fikar û tengasiyê ya li hember metirsî, nediyarî an tehdîdek; di derûnkoleriyê de wekî sedema sereke ya gelek mekanîzmayên berevaniyê tê dîtin.

Rêgeza rastiyê (reality principle): Rêgeza berevajî ya rêgeza kêfê. Ew rastiya cihana derve li ber çavan digire, kêfê paşve dixe û dikare hewldana ji bo armanceke dûrtir tehemûl bike. Kamilbûna derûnî tê wateya xurtbûna vê prensîbê.

Ezî (ego): Beşa derûnê ya ku di navbera arezû û daxwazên hundirîn û rastiya derve de navbeynkariyê dike. Wezîfeyên wê ceribandina rastiyê, tehemûlkirina nerehetiyê û biryardana guncav in. Eziyek xurt dikare HÇê weke amûr bikar bîne.

Bilindezî (superego): Beşa derûnê ya ku standardên sinc û exlaqî û dengê navxweyîn (hundirîn) ê rexnegir nîşanî me dide.

Mekanîzmayên berevaniyê (defense mechanisms): Awayên derûnî yên ku mirov bi wan ji tirs, rageşî, nerehetî an nakokiyê dûr dikeve, bi gelemperî bêyî ku haya wî jê hebe.

Derhişî (unconscious): Beşa derûnê ya ku arezû û daxwaz, tirs, rageşî û bîranînên ku em jê haydar nînin tê de ne, lê şemal didin reftar û tevgerên me.

Fantaziya hêzdariya bêsînor (omnipotence fantasy): Daxwaza kevnar a ku mirov bi hewldaneke hindik hertiştî bizanibe û bike. HÇ vê fantaziyê hêsantir dike, ji ber ku pirsek bi bersivek serkeftinê dide hîskirin.

Kirdeyê ku tê texmînkirin dizane (subject supposed to know): Têgeha Lacan: meyla mirov ku kesek an tiştek bi zanîna bêkêmasî texmîn bike û pişta xwe bide wî. HÇ dikare bibe cihê vê texmînê, ji ber ku bi lezûbez û pêbawerî bersivan dide.

Heybera derbasbûnê (transitional object): Têgeha Winnicott: heyberek (wek pîrikek) ku zarok bi wê re ji girêdana bi dayikê ber bi serxwebûnê ve diçe û di demê de tê bihêlin. HÇ dikare di vê rolê de be heke ew pişta mirov nede wê, lê piştgiriyê bidin kamilbûna wê. Heybera girêdanê: Rewşa berevajî: dema ku mirov bi tirs bi rageş amûrekê ve girêdayî dibe û bêyî wê nikare bixebite.

Hawîrdora berevaniyê (holding environment): Têgeha Winnicott: hawîrdoreke ewle ku tê de mirov dikare bigere, xeletiyan bike û fêr bibe bêyî tirs û rageşiya cezakirinê. Bi têgeha ewlehiya derûnî ya cihê kar re nêzîk e.

Regresyon (regression): Vegera derûnê ber bi qonaxeke zûtir a geşedan û pêşketinê di bin rageşî û tengasiyê de.

Berzkirin (sublimation): Mekanîzmaya derûnî ya ku enerjiya arezû û daxwazan bi şêweyekî civakî qebûlkirî û afirîner, weke huner an zanist, tê veguherandin. Bi vê nêrînê afirîneriya rastîn a mirov ne tenê berhevkirina agahiyê ye.

Barkirina venasînî (cognitive offloading): Bikaranîna amûr an çavkaniyên derxweyî ji bo kêmkirina hewldana derûnî ya erkekê, weke tomarkirina hejmara têlefonê. Dema ev ji erkên bîrê ber bi ramîn û dadweriyê ve diçe, xeterî çêdibe.

Çilmisokên venasînî (cognitive misers): Têgeheke ku dibêje mêjiyê mirov bi xwezayî riya herî hêsan, ya bi hewldana kêmtirîn, hildibijêre, heke ew ne baştirîn rê be jî.

Ramana rexnegir (critical thinking): Ne tenê wergirtina agahiyê, lê nirxandin, pirsîn û kontrolkirina rastiya wê.

Banvenasînî (metacognition): “Ramîna li ser ramîna xwe”: hay ji pêvajoya fikrîna xwe hebûn û zanîna ka kengî alîkarî hewce ye û kengî divê mirov bi serê xwe bifikire. Bi çavdêriya xwe ya Eziya re nêz e.

Lengerandin (anchoring): Çewtiyeke fikr û ramanê ku tê de bersiva yekem, weke ya HÇê, dibe xala destpêkê û şemal dide ramînê, heke ew bersiv ne rast be jî. Ji ber vê yekê tê pêşniyarkirin ku mirov pêşî bi xwe bifikire.

Nermbûna noroyî (neural plasticity): Hêz û şiyana mêjî ku li gorî ezmûnan biguhere û xwe adapte bike. Mêjî çiqasî were bikaranîn, hewqasî xurt dibe.

Tevlêbûna noroyî (neural connectivity): Asta girêdana di navbera beşên cûda yên mêjî de dema em difikirin. Lêkolîna EEG ya MITê ev girêdan di nivîskarên bi MZMê de qelstir dît, lê encam hîn ne hatine nirxandina hevpîşeyan.

Geşedana hêz û şiyanan (upskilling) û windakirina wan (de-skilling): Du encamên berevajî: upskilling tê wateya geşedan û pêşxistina şareziyên nû bi alîkariya HÇê, de-skilling jî tê wateya qelsbûn an windabûna şareziyên heyî ji ber piştaxwedayîna zêde.

Handana navxweyî/nestî (intrinsic motivation): Han ku ji hundirê kesî tê: mirov ji ber meraq û kêfa xwe fêr dibe, ne ji bo xelatek ederxweyî.

Ewlehiya derûnî (psychological safety): Hesta karmendekî ku dikare xeletiyan bike, pirsan bipirse an tiştên nû biceribîne bêyî rageşî û tirsa cezakirinê. Ji bo ku HÇ bibe alîkarê fêrbûnê, ne tenê amûreke lezûbeza kar, pêwîst e.

Dahûrîna erkî (task analysis): Rêbazeke ku erkên rûtîn, yên ku dikarin bên barkirin ser HÇê, ji erkên girîng ji bo fêrbûnê, yên ku divê mirov bi xwe bike, vediqetîne.

 

Brahîm Alûcî

Vî nivîskarî 20 nivîs weşandine.

Derûnnas