Çend Nîşe Li Ser Ruhê Tora Civakî û Jiyanê

Ji aliyê Rûmet Med – – Nûkirin: Şirove tune ye 3 deqe xwendin

 “Famkirin, destpêka hezkirinê ye.” (Spînoza)

Em di serdemeke wisa de dijîn ku her roj, her saet û her deqîqe herikîna agahî û naverokan (vîdyo, wêne hwd.) bêrawest û bênavber didomin. Pirî caran rastî û çewt têkilî hev dibin, agahî û naverokên xelet, ji rastiyê dûr, bêçavkanî, qutkirî, parçekirî, kêm, pevxistî û gotegotên bêhejmar; wekî ku rast in belav dikin, diweşînin û hin ji van dikevin pêşîya me. Piranîya mirovan jî mixabin bêyî lêkolîn, bêyî dîtin û bêyî xwendina çavkanîyên rastîn yekser bawerîya xwe bi wan agahî û naverokên cur bi cur tînin. Wêjekar Edgar Allan Poe li ser vê mijarê dibêje, “Ji nîvê dîtinên xwe bawer bikin û ji bihîstinên xwe qet bawer nekin.”*

Di geşedanên serdema hişê çekirî de, hema hema her roj geşedan û tiştên nû derdikevin holê, ku herikîna agahî, dîmen û naverokan di dîrokê de tu carî evqas bilez, bêrawest û domdar nebûbû, çapemenî, platformên dîjîtal, tora civakî her ku diçe formên cuda û nû digirin. Dema ku mirov hê li wêneyek, nûçeyek, gotarek, naverokek, dîmenek an vîdyoyekê dinêre, dixwîne û temaşe dike, hêj wan tam fêm nekiriye, vebijarkên bêhejmar û bêrawest derdikevin û herikîna agahî û naverokan cur bi cur bêrawest didome. Tu kes texmîn nake ku leza teknolojîyê ji bo mirovan dê çi bîne, dê çawa bibe û dê çawa biçe. Em îro bi herikîna bêrawest a agahî û naverokên dîjîtal ve rû bi rû ne, di neynika nediyar a leza bênavber a serdemê re derbas dibin. Ruhê serdemê pir bilez û bi awayekî ku heta niha nehatiye dîtin, bêrawest û domdar diguhere.

—–

Bi taybetî di vê serdema teknolojî û dîjîtal de pirsgirêkên guhdarîkirin û têgihîştinê di navbera mirovan de derdikevin holê. Di vê serdemê de, li cîhanê mixabin kêm kes bi rastî dixwînin, vedikolin, temaşe dikin, bêyî pêşdarazî û bêyî ego li mijarên jiyanê dinihêrin û kêm kes bi rastî bi xwestina rastîn û famkirinê tevdigerin û bi rastî dixwazin û hewl didin ku fêm bikin. Kêm kes bi rastî xemdar, ramandar, bîrewer, têgihiştî û jidil in. Mirovan bi guhdarîkirinê dikarin ji hev fêm bikin û dikarin bi hev re têkilîyê deynin. Derhêner Andrei Tarkovsky di vê mijarê de dibêje, “Hêza- guhdarîkirin û têgihîştinê gelek girîng e. Du mirovên ku ji bo carekê jî heman tiştî hest pê kirine, ew ê her tim ji hev fêm bikin. Ne girîng e ku yek ji van di serdema qeşayîyê de jiyaye û yê/a din di serdema atomê de jiyaye.” -feraset-**

Bi famkirinê ruhê hezkirin, xweşbînî, wicdan, qencî, empatî û xweşikahîyê dest pê dike, ku mirov bi tenê di wê demê de bi rastî dibe mirovek rastîn. Bi tenê wê demê, ruhên dilên mirovan dikarin bi rastî hîs bikin, bifikirin û biaxivîn.

Dem û demsal diherikin û hemû tişt diguherin; divê berî her tiştî mirov ruhê xwe yê qenc, xweş, rastîn, jidil û reng û dengên bîrê xwe ji bîr neke û winda neke.

—–

Di vê serdemê de, mijareke girîng a din jî ev e ku dema ku mirov tiştekî parve dike, divê çavkanî jî bide/binivîse. Hin mirov, bêyî çavkanî wêne, hevok, vîdyo hwd. wekî ku bixwe afirandine, parve dikin û diweşînin. Çanda çavkanî û jêderkê gelek girîng e, divê rêz li ked û xebatên mirovan bê girtin.

Çavkanî:

https://rumetmed.blogspot.com/2023/10/cend-nise-li-ser-tora-civaki.html

https://rumetmed.blogspot.com/2026/09/kurteniviseke-li-ser-ruhe-wene-u-jiyane.html

*Werger: Rûmet Med

**Ji pirtûka Andrei Tarkovskyî ya bi navê ‘Sculpting in Time’ê / Wergera ji bo Kurdî: Rûmet Med

 

 

Rûmet Med

Vî nivîskarî 27 nivîs weşandine.