Muzîka kurdî xwedî dîrok û çandeke kevn û gelek dewlemend e. Di warê mûzîkê de ji nav kurdan gelek leheng derketine û derdikevin jî. Ferze li ser kovarên mîna The Raising of Kurds ku bi xîzmeta vegotina çanda kurdî rabûne, ev lehengên Kurd bi gelê me û gelên cîhanê bidin nasîn. Yek ji wan lehengên ku hêjayê vegotinê ye, Mihemed Arîf Cizîrî ye.
Mihemed Arîf Cizîrî li Bakurê Kurdistanê li devera Cizîra Botan ji dayîk bûye di sala 1912an de. Ew stranbêj, dengbêj û tembûrvanekî hoste ye. Diya wî Edîla jî dengbêjeke jin a navdar e. Di sala 1932an de malbata wî koçê Duhokê dike. Mihemed Arîf di navbera salên 1940 û 1970î de di radyoya Bexdayê de dixebite. Di van salan de qeyda dora 300 hezar stran û kilamên kurdî dike û wan ji jibîrkirinê rizgar dike. Mihemed Arîf Cizîrî di sala 1986an de li Duhokê diçe ber dilovaniya xwedê.
Nivîskarê me Konê Reş li derdora bîranîn xwe gotarek amade kiriye û behsa Mihemed Arîf Cizîrî dike di vê hejmarê de. Bi me jî xweş e ku em di bergê kovarê de vî lehengê kurd danîn ser bergê kovara xwe.
Bi kurtasî nivîskar û babetên din yên hejmara 22an a The Raising of Kurds, Cotmeh 2026 wiha ne.
Nivîskar Dilazad ART di hemara berê de wergera Rîsala Aboriyê a Bedîuzzeman Seîdê Kurdî kiribû û me beşa yekem weşandibû. Di vê hejmarê de jî beşa duyem a Rîsala Aborîyê cîh digre.
Hişê çêkirî ango AI edî parçeke jiyana me ya rojane ye. Di gelek waran de Hişê Çêkirî karê gelek kesan hêsantir dike. Derûnnas Brahîm Alûcî ji hêja derûnnasiyê li meseleyê nêrî û di vî warê de goarek amade kir: Derûniya Mirov Û Hişê Çêkirî.
Mijareke din a hejmara 22an jî dîsa têkildarî internet û torên medyaya civakî ye. Nivîskarê me Rûmet Med balê dikşîne ser vê serdema ku agahî û naverokên wek vîdyo, wêne hwd. her kêlî bêrawest û bênavber diherikin. Helbet rast û çewt jî di vê herikînê de linav guhê hev dikevin. Rûmet Med jî di gotara xwe de qala Çend Nîşeyan dike Li Ser Ruhê Tora Civakî û Jiyanê.
Di hemara Cotmehê de nivîskarekî nû ji Danîmarkayê tevlî me bû. Brêz Abdulqadir Hourî li ser girava Grînlandê gotarek nivîsî. Wekî tê zanîn Serokê Amerîkayê Donald Trump xwestibû dest danê ser giravê. Welatê Danîmarkayê jî li ber vê yekê sekinî bû. Rewşa dawî çiye werin ji vê gotarê hîn bibin: Gelo Dê Rêkeftina Grînlendê Çawa Biçe Serî?
Weke her hejmarê di vê hejmarê de jî em danasîna pirtûkeke kurdî dikin. Nivîskarê me Faîk Ocal di beşa danasîna pirtûkan de vê mehê pirtûka Weylo Siyaro Weylo Gundo Ya Veysel Çamlibel ji bo xwînerên me dide nasîn. Ev pritûkeke çîrokan e û di sala 2012an de ji Weşanên Pêriyê derketiye.
Kovara cotmehê bi beşa fotoşîrove diqede. Wênegir Dilazad ART ji me re 2 wêneyên xwe şandin.
Wêneya yekem: Derîye Kelha Heskîfê
Wêneya duyem: Şikeftek Ji Heskîfê
Hejmara 22an jî amade û li ber destê we ye. Hûn dikarin li ser malpera me www.theraisingofkurds.com hemû nivîsên vê hejmarê û hejmarên berê bixwînin. Her wiha hûn dikarin PDFa hemû hejmarên kovarê daxînin.
Bimînin dixweşiyê de.







