Destpêk
Qurana Pîroz pirtûka dînê Îslamê ye. Ji serdema Hz. Umer ve Kurd bûne misliman. Bêguman li Kurdistanê bi hezaran zanayên dînê Îslamê derketine û derdikevin jî. Kurd bi girseyî ji dînê Îslame bawer dikin. Di vê xebata piçûk de armanca me ya sereke ew e ku Kurdên misliman ji pirtûka xwe ya pîroz fembikin.
Tîrêjên Ronahiya Pirtûka Pîroz
Suretê Nas (Mirovan) 6 Ayet e.
Bi Navê Xwedayê Rahman û Rehîm
1- Bêje, ez xwe dispêrim Rabbê mirovan,
2- Xwedîyê mirovan,
3- Xwedayê mirovan,
4- Ji nebaşîya/xerabîya şeytan ê ku bi veşartî/dizîka weswesê dikê,
5- Ku weswesê dixê nav sînga/dilê mirovan,
6- Ji ê cinnî û mirovî.
Wateya Tekuzkirî: Bibêje: ‘Ji nebaşîyê şeytanê ku bi veşartî/dizîka weswesê dikê û ji weswesêya ku cin û mirov dixine dilê yekî de ez xwe dispêrim Rabb û Xwedî û Xwedayê mirovan.’
Suretê Felaq (Berbang) 5 Ayet e.
Bi Navê Xwedayê Rahman û Rehîm
1- Bêje, ez xwe dispêrim Rabbê berbangê,
2- Ji nebaşîya/xerabîya afirandîyan,
3- Û ji nebaşîyên şeva reş tarî ya ku belavdibê,
4- Û ji nebaşîyên pifkêrê girêkan,
5- Û ji nebaşîyên hesûda dema hesûdiyê dikin.
Wateya Tekuzkirî: Bibêje: ‘Ji nebaşîye afirandîyan û ji nebaşîyên şevên tarî ku belavdibin û ji nebaşîyên pifkêrê girêkan û ji nebaşîyên hesûda ku hesûdîye dikin ez xwe dispêrim Rabbê Berbangê.’
Surêtê Îxlasê (Bawerîya Ji Dil) 4 Ayet e.
Bi Navê Xwedayê Rahman û Rehîm
1- Bêje, Ew Xweda yek e.
2- Xweda ne hewceyî tu kesîye, lê her kes hewceyî Wî ye.
3- Ne zaye (ne kes ji Wî çêbuye) û ne hatiye zayîn (ne ji kesî çêbuye).
4- Hebûnek/tiştek wek Wî ê bi tikûtenê ninê.
Wateya Tekuzkirî: Bibêje ‘Ew Xweda Yek e. Her kes hewceyî Wî ye, Ew ne hewceyî tu kesîye. Ew ne zaye û ne hatîye zayîn. Tiştek û hebûnek û ti kes wek Wî ê bi tikûtenê nîne.’
Suretê Tebbet (Hişkbunê) 5 Ayet e.
Bi Navê Xwedayê Rahman û Rehîm
1- Hişkbibe, her du destên Ebu Leheb, hişkbûn jî
2- Karnakê ji wî re malê wî û tiştê ku bidest xistiye
3- Paldaye pêta agirê ku bi pêl
4- Pîreka wî ya ku hamaltîya dara dikê
5- Di qirika wê de werîsê ji dara xurma
Wateya Tekuzkirî: Hişkbibê her du destên Ebu Leheb, hişbûn jî. Ne mal û ne tiştê ku bidestxitine ji Ebu Leheb re kar nakê. Ebu Leheb paldaye pêta agirekî bi pêl. Pîreka wî jî hamaltîye dikê, di qirika wê de werîsê ji dara xurma heye.
Suretê Nasr (Alîkarî) 3 Ayet e.
Bi Navê Xwedayê Rahman û Rehîm
1- Dema alîkarîya Xwedê û fetha/biserketina Xwedê werê
2- Tê bibînê ku mirov kom kom tevlî dînê Xwedê bibin
3- Tesbîh û pesnê Rabbê xwe bike. Jê efû bixwaze, mîsoger Ew tewba dipêjirênê.
Wateya Tekuzkirî: Dema alîkarî û biserketina Xwedê hat, Tê bibînê ku mirov kom bi kom tevlî dînê Xwedê bibin. Naxwe ji bo vena Rabbê xwe tesbîh bikê û pesnê Rabbê xwe bide. Ji Rabbê xwe efû bixwaze. Xweda mîsoger tewba dipêjirênê.
Surete Kafîrûn (Nebaweran) 6 Ayet e.
Bi Navê Xwedayê Rahman û Rehîm
1- Bêje, ey gelî kafirno/nebawerno
2- Ez perêstinê nakim ê ku hûn perêstin dikin
3- Û hûn jî perêst nekin ê ku ez perêst dikim
4- Û ez îbadet nakim ê ku hûn jê re îbadetê dikin
5- Û hûn jî îbadetê nekin ji ê ku ez jê re îbadetê dikim
6- Dînê we ji were, dînê min ji min re.
Wateya Tekuzkirî: Bibêje: ‘Ey gelî kafirno. Ez perêstinê nakim ji ê ku hûn perêstinê jê re dikin. Hû jî perêstîne nekin ji ê ku ez perêstina Wî dikim. Ez îbadetê nakim ê ku hûn jê re îbadetê dikin. Hûn jî îbadetê nekin ji ê ku ez jê re îbadetê dikim. Dînê we ji were, dînê min ji min re.
Suretê Kewser (Hewzê Kewser) 3 Ayet e.
Bi Navê Ellah ê Rahman û Rehîm
1- Misoger Me Kewser da te
2- Ji bo Rabbê xwe, nimej bike û bigurêne
3- Misoger ê ku bê wert ewin ku li hember te tên.
Wateya Tekuzkirî: Misoger Me Kewser da te. Tu, ji bo na vena ji Rabbê xwe re nimej bike û Qurbanê bigurêne. Misoger ê ku bê wertin ewin ku li hember te derdikevin.
Suretê Ma’un (Hewcedarîye Malê) 7 Ayet e.
Bi Navê Ellah ê Rahman û Rehîm
1- Te dît ewê ku ol înkarkir
2- Ewê ku sêwîya dafdidê
3- Û ji mîskîna re/hêjaran re teşvîqa xwarinê nakê
4- Wey li wanê ku nimej dikin
5- Ewin ê ku nimeja xwe jibîrdikin
6- Ew kesin ji bo ku bên dîtin
7- Û qedexedikin alîkariye/hewceye tiştê malê
Wateya Tekuzkirî: Te dît ewê ku ol/Roja Qiyametê înkardikê. Te dît ewê ku sêwîya dafdidê û berdidê sêwîya û ew kes ji mîskîna re teşvîqa xwarinê nakê. Wey li wanê ku nimej dikin. Ew kesin ku nimeja xwe jibirdikin, nimeja xwe dereng dihêlin. Ew kesin ku nimeja xwe ji bo ku mirovên dî wa bibînin dikin û dema ku hewcedarîyek dikevê alîye wa alîkarîye li mirovan nakin.
Suretê Qurêyş 4 Ayet e.
Bi Navê Ellah ê Rahman û Rehîm
1- Ji bo Qureyşî ji hev hezkirin
2- Ji bo hezkirina wa karwanê zivistan û havînan
3- Ji ber wena îbadetê bikin ji Rabbê vî xanî (Kabê) re
4- Ew Xweda ye ku ji birçîbunê xwarin daye we û ji tirşe ewleyî daye we
Wateya Tekuzkirî: Ji ber ku hezkirin û hevbendî bi kevê nava Qureyşîyan, karwanê wa hem zivistana (diçûn Yemenê ji ber ku germ bu) û hem havînan (diçûn Şamê ji ber ku hînik bu) diketin rê. Naxwe ji ber vî nîmetê ku Xwedê daye we ji Rabbê vî xanî (Kabê) re îbadetê bikin.
Ew Xweda ye ku hun (Qureyşî) ji birçîbunê xilaskir/xwarin da wa û ji tirsê ewlayî da wa.
Suretê Fîl 5 Ayet e.
Bi Navê Ellah ê Rahman û Rehîm
1- Ma te dît Rabbê te çi kir ji xwedîyen fîlan
2- Ma ne planên/dolavên wa pûçkir/vala derxist
3- Ref ref teyrê Ebabîl şiyand bi ser wa de
4- Kevirên ji herîye di avetin ser wa
5- Û ew kirin wek qirşiken şikestî
Wateya Tekuzkirî: Te dît bê Rabbê te çi kir ji xwedîyen fîlan. Xwedê plan û dolavên wa puçkirin û vala derxistin. Xwedê bi ser wa de ref ref teyrê Ebabîl şiyandin. Ebabîlan kevirên ji herîyê di avetîn xwedîye fîlan. Xwedê xwedîye fîlan mîna qirşikên şikestî binketî kirin.
Suretê Humezet (Tinazker) 9 Ayet e
Bi Navê Ellah ê Rahman û Rehîm
1- Weyl li kesên ku sebê dikin û bi çava tinaza dikin
2- Ew na mal kom dikin
3- Mîsoger bawer dikin ku yê mal wa nemirkê
4- Na, ewê bên avetin nav Hudame
5- Ma tu dizanê Hudame çiye
6- Agirê Xwedê yê ku geş û ku pêlên we levdikevê
7- Ew agir hildibê bi ser dil de
8- Mîsoger agir yê li ser wa ê pêçandin
9- Bi stûnen direj ve.
Wateya Tekuzkirî: Weyl li kesê ku sebê dikin û bi çavên xwe henekê xwe li mirovan dikin. Ew kes mal kom dikin. Ji wa were yê mal wa nemirkê. Na, ew kes yê bên avetin nav Hudame. Tu dizanê bê Hudame çiye? Hudame; agire Xwedê ê geş û ê ku pêlên wî levdikevin. Ev agir hildibe bi ser dilê wa kesa we. Mîsoger agir yê mîna stûnen direj li wa bê pêçandin.
Suretê Esr (Danê Êvarê / Heyam) 3 Ayet e.
Bi Navê Ellah ê Rahman û Rehîm
1- Sond bi danê êvarê / bi heyamê.
2- Mîsoger mirov di xisarê de ne
3- Ne kesên ku rastîyê/maf û sebrê/hedanê ji hev re şîretdikin.
Wateya Tekuzkirî: Sond bi danê êvarî. Mîsoger mirov di
xisar û ziyanedeye. Kesên ku rastîye û hedan li hev şîret
dikin ne di xisar û ziyanedene.
Encam
Di van sûreyên pîroz de parastina ji wesweseyên cin û mirovan, parastina ji nebaşî û xerabiyên afirandiyan, tenê bawerî anîna bi Xwedê, bibîrxistina mînaka Ebû Leheb, alîkarîya Xwedê û tevlîbûna mirovan ya dînê Îslamê û bi devê peyxember banga li kafira heye. Ji bo alîkariyê spas ji Seyda Mela Mihemed re. Ev werger û amadekirin encama dersên Tefsîra (Şîroveyên) Qurana Pîroz in. Hevîdar im ku bi vê xebata piçûk ronî li ber xebatên dî vebê.


