Close Menu
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
The Raising of KurdsThe Raising of Kurds
Home»Giştî»Nameya Edîtor 5
Giştî

Nameya Edîtor 5

EditorBy Editor14/05/2025Updated:02/05/2026Şîrove tune ye4 Mins Read
Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Share
Facebook Twitter LinkedIn Pinterest Email

Xwînerên rêzdar û dilovan yên The Raising of Kurds.

Bi boneya hejmareke nû dîsa dest bi nameya xwe dikim. Hejmara 5an, The Raising of Kurds Gulan jî amade û li ber destê we ye. Meha Gulanê şahidiya geşedaneke xweş û hêvîbexş kir. Li Lozana Swîsreyê bi pêşengiya nivîskar Necat Zanyar Enstîtuya Kurdî Ya Lozanê hate damezrandin. Rêverberiya Enstîtuyê di 4ê vê mehê de bi resepsiyoneke taybet avabûna enstîtuyê ragihand û armanc, misyon û hedefên xwe bi deklarasyonekê gihande hemû Kurdan û miletên din. Avakirina Enstîtuyeke bi vî rengî li bajarê Lozanê gelek girîng e lewra 100 sal berê li wir mafê Kurdan bi peymana Lozanê tune hate hesibandin, axa Kurdan hate dabeşkirin û Kurd bê dewlet hatin hêştin. Enstîtuya Kurdî Ya Lozanê bi erkeke pîroz rabûye û dixwaze mafê dewletbûna miletê Kurd bîne rojeva cîhanê. Wek malbata kovara The Raising of Kurds em silav li rêveberiya enstîtuyê dikin, Enstîtuya Kurdî ya Lozanê pîroz û serkeftî be. Bi me xweş e ku vê rûdana girîng em jî di bergê kovara xwe de ragihînin. Herwiha me cî da deklerasyona damezrandina enstîtuyê jî.

Nivîskar Rengîn Amêdî weke her car bi mijareke nîqaşbar, pirshelgir û pêşdarazşikên derket. Di babetê vê carê de “Roja Ku Me Keziyên Xwe Beramber Rêveberên Mêr Ên PKK Kur Kirin” perdeyê li ser serhildaneke jinan a ku li çiyayan pêk hatîye, hildide ku heta îro kesî newêrî ye bîne ziman û analîz bike û bi rêya wê bûyerê deriyekî girtî li ser hinek pirsên giring û hesas vedike: Jin çiqas azad in di partiyeke navendparêz de? Ji wê derfeta giranbuha sûd hate wergirtin ji bo ava kirina hişmendiyek jinan a kolekîf? Astengî çi bûn? Gelo “Porkurkirin” şêwazeke erênî û berhemdar e weke derbirîn ji helwesteke serhildêr? Nivîskar tesbît û şîroveyên nû di vê mijarê de pêş dixe.

Nivîskar Ozan Serhedî vê mehê helbestvan, alim û feylesofê gewre yê Kurd Ehmedê xanî kire mijara gotara xwe. Ozan Serhedî behsa gera xwe ya li Bazîdê dike. Di nav vê gerê de serdana tirba Ehmedê Xanî cîyekê girîng digre. Gelo nivîskar çi hêvî dikir beriya çûyînê, çi dît û çawa behs kir? Ji bo çavderî û nerînên Serhedî ez dibêm vê nivîsê bixwînin.

Nivîskarê me Konê Reş dîsa leheng û şexsîyeteke gewre yê kurd bi me dide nasîn. Mamoste vê mehê li ser Melayê Cizîrî nivîsa xwe dirûst kir. Konê Reş di gotarê de behsa Mele Ehmedê Zivîngî dike ku bi karekî prîoz rabûye û dîwana Melayê Cizîrî bi şîrovekekirineke bedew berhev kiriye.

Nivîskar Mihyedîn Nahrîn berdewam li ser rol û girîngiya sînemayê nivîsê. Babeta gotara wî di vê hejmarê de wiha ye: Di Hezkirin û Fêrbûna Şano û Şanogeriyê De Rola Sînemayê.

Sernav û mijara gotara nivîskar Brahîm Alûcî vê mehê Nasname ye. Mamoste Alûcî ji dîroka têgeha Nasnameyê bigrin heya pênasekirina wê, bîrdozî û cureyên wê û bandara nasnameyê li ser civak û takekesan bi hûrgûlî sekiniye û gotareke akademîk û lê bi zimake xweru û sivik nivîsîye.

Nivîskarê me Digikurd li ser daristanên Amazonê xebatek kir: Nûneriyekê Strategîk A Gerdûnê Û Ekolojiyê.

Di hejmara 5an a The Raising of Kurds te helbesteke nivîskar Dilazad ART jî cî digre: Bavê Te Nikarîbû!

Nivîskar Faîk Ocal vê mehê di beşa danasîna pirtûkan de vê mehê pirtûka nivîskar Murat Bayram dide nasîn. Navê pirtûkê ‘Belkî Îşev Binive’ ye. Pirtûk 102 rêpel e û ji 25 wêne û 25 çîrokan pêk tê û di sala di sala 2018an de ji weşanên Avestayê derketiye.

Kovara me bi beşa Fotoşîrove diqede. Wênegir Dilazad ART ji me re du wêneyên xwe rê kirin.

Wêneya yekem: Xerabeyên (Goristanên Kralan) Dara

Wêneya duyem: Zîndana (Sîloyên) Dara

Bi hêviya ku bihara bi bayê aştî û aramiyê hat bigihe havîna aştî û serkeftinê bo gelê Kurd û her mayînde be û jiyana we bi kurdî rengîn be.

Digel silav û rêz.

 

Editorya Ji Edîtor Name Nameya Edîtor RK HEJMAR 5 the Raising of Kurds 5
Share. Facebook Twitter Pinterest LinkedIn Tumblr Email
Editor

Add A Comment
Leave A Reply Cancel Reply

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Hejmara Dawî
Yükleniyor…
Hemû Hejmar Daxe/Bixwîne
The Raising of Kurds
Facebook X (Twitter) Instagram WhatsApp
  • Destpêk
  • Hemû Hejmar
  • Hemû Nivîskar
  • Kunye
© 2026 The Hall Kurdî

Type above and press Enter to search. Press Esc to cancel.